00:57 21 Nîsan 2018
    Sergey Lavrov

    Lavrov: Wek Libyayê li Sûriyeyê nekevin nava macerayan

    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di axaftina xwe de ragihand ku wek Libya û Iraqê li Sûriyeyê jî nekevin nava macerayan.

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Moskowayê piştî hevdîtina Wezîrê Derve yê Holandayê Stef Blok di axaftina xwe ya civîna çapemenî de got: "Wek Libya û Iraqê li Sûriyeyê jî nekevin nava macerayan. Ultîmaton û zimanê tehdîdê ji diyalogê re nabe alîkar. Îdîayên êrişa kîmyewî yên li hemberî herêma Dumaya Xûtaya Rojhilat mizansen in û li pişta vê îstîxbarat welatekî Rusofobîk heye û ji bo vê di destê me de delîlên ku nayên pûçkirin hene."

    ‘EM LI BENDÊ NE KU HEYETA OPCWÊ SIBÊ HERE DUMAYÊ'

    Sergey Lavrov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em li bendê ne ku sibê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) sibê bigihîje Şamê. Heyeta OPCWê bêyî demê derbas bike divê here Dumaya ku tu delîlên bikaranîna madeyên klor û tu tiştekî din lê peyde nebûye bibe."

    Lavrov di dirêjiya axaftina xwe de got. "Xuyaye heyeta OPCWê piştî demeke direk bê dilê xwe diçe. Çûna heyetê jî zêdetir bi saya guvaşên Şam û Moskowayê encam da."

    ‘RAPORTA OPCWÊ BI BALDARÎ VEDIKOLÎNIN'

    Wezîrê rûsî di dirêjiya axaftina xwe de got: "OPCW, li Salisburyê ji bo bûyera jehrîkirina sîxurê rûsî Sergey Skripal û keça wî de lêkolînên berfireh dike. Em raporta OPCWê bi baldarî vedikolînin. Di raportê de gelek noqteyên balkêş hene. Piştî ku pisporên me xebata xwe qedandin di vî warî de em ê daxuyaniyê bidin."

    Bi heman mijarî:

    Lavrov serdana Koreya Bakur dike
    Lavrov: Divê Tirkiye kontrola Efrînê bide Hikûmeta Sûriyeyê
    Lavrov: Artêşa Rûsyayê ji bo provokasyona êrişa kîmyewî hişyarî kiribû
    Lavrov: DYA û Mutefîqên wê hê jî dixwazin Esad biçe
    Lavrov: Amerîka hewl dide herêmên qeraxa çemê Firatê cihê bike
    Lavrov: Bêyî kurdan li Sûriyeyê çareserî nabe
    Etîketan:
    Wezaareta Derve ya Rûsyayê, Sergey Lavrov, Moskowa, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de