15:49 21 Gulan 2018
    Pergala Parastina Hewayî S-400

    Rûsya: S-400an di dawiya sala 2019an de em ê radestî Tirkiyeyê bikin

    © Sputnik / Dmitriy Vinogradov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Berpirsê hevkariya teknîkî ya leşkerî û Cîgrê Serokê Dewleta Rûsyayê, Vladimîr Kojin daxuyand ku pergala parastina hewayî ya S-400an di dawiya sala 2019an de wê radestî Tirkiyeyê bikin.

    Berpirsê hevkariya teknîkî ya leşkerî û Cîgrê Serokê Dewleta Rûsyayê, Vladimîr Kojin li ser pirsa rojamevanan ku sewqîyata pergala parastina hewayî a S-400an ya Tirkiyeyê dê kengî bê dest pê bike, wiha bersiv da, "Di dema nêzî dawiya sala 2019an de." Herwiha Kojin îdiayên ku di nava sala 2019an de dibe ku bê teslîmkirin jî derewandin.

    Musteşarê Pîşesaziya Berevaniyê yê Tirkiyeyê İsmail Demir, ragihandibû ku tarîxa teslîmata S-400an beriya dîroka ku di peymanê de hatiye detsnîşankirin, di Tîrmeha sala 2019an de wê bê teslîmkirin.

    Bi heman mijarî:

    DYA wê ji Tirkiyeyê re alternatîva S-400 a rûsî pêşnîyar bike
    Dîplomatê amerîkî ji bo alternatîfa S-400 a rûsî diçe Tirkiyeyê
    Rûsya: Peymana di navbera me û Tirkiyê ya li ser moşekên S-400 herdu aliyan jî memnûn kir
    Amerîka: 'S-400 dê bibe sedema sepandina dorpêçan, werin em ji bo alternatîvê bixebitin'
    Etîketan:
    pergala parastinê a moşekan, pergala parastinê, S-400, Vladimîr Kojin, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de