07:43 24 Nîsan 2018
    Serokê DYA Donald Trump

    Rûsya: Divê pêwendiyên dewletan ne li gorî derûniya kesekî bê meşandin

    © Sputnik / John Locher
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Serokwezîrê Rûsyayê Arkadiy Dvorkoviç, di foruma aboriyê de axivî û derbarê tweetên serokê DYAyê Donald Trump yên çend rojên dawî de daxuyaniyên balkêş dan: "Pêwendiyên dewletan divê li gorî derûniya kesekî nemeş e."

    Serokê Amerîkayê Donald Trump
    © REUTERS / Carlos Barria
    Cîgirê Serokwezîrê Rûsyayê Arkadiy Dvorkoviç di civîna foruma aboriyê de derbarê tweetên serokê DYA Donald Trump yên çend rojên dawî de daxuyand ku pêwendiyên di navbera dewletan li gor derûniya kesekî nameş e û divê nemeşe.

    Dvorkoviç, "Ji her pêwendiyê bawerî hewceyê, bê bawerî pêşdeçûn pêk nayê. Em nikarin li gor derûniya kesekî ku serê sibehê rabe û li gorî hişê xwe tevbigere pêwendiyan deynin. Em nikarin rîskên wisa bistînin." Trump, di Twitterê rojek berê, "Amade be Rûsya, moşek tên" nivîsandibû û bibû sedema nîqaşa senaryoyên şer.

    Trump duh jî bi helwestek cuda hemû cîhan şaş kiribû, "Min qet dîroka êrîşa ser Sûriyeyê eşkere nekir. Dibe pir nêz be yan jî dûr be."

    Etîketan:
    çekên kîmyewî, Tweet, Sûrîye, Trump, Arkadiy Dvorkoviç, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de