02:25 20 Nîsan 2018
    Ka-29

    Li Deryaya Baltikê helîkopterek rûs ket: 2 mirî

    © Sputnik / Vitali Timkiv
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gor daxuyaniya filoya Rûsya ya li Baltikê, helîkoptera ragihandinê ya leşkerî Ka-29, di firîna ceribandinê ya duh êvarî de li Deryaya Baltikê ket, herdu pîlotên di helîkopterê de mirin.

    Li gor daxuyaniya filoya Rûsya ya li Baltikê, "12ê Nîsana 2018an saet li dora 23.30an de di dema ceribandina firînê ya li ser Deryaya Baltikê helîkoptera Ka-29 ket."

    Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku herdu pîlotên şîrketê di bûyerê de mirine. Herwiha hat bibîrxistin ku şert û mercên hewayê asayî ye û ji aliyê Hêzên Fîloya Baltikê xebatên lêgerîn û xillaskirinê destpêkirinê.

    Bi heman mijarî:

    Li Çeçenistanê helîkopter ket: Herî kêm 5 kes mirin
    Li Amerîkayê pezkovî helîkopter xist
    HSD: Me ne helîkopterek lê du helîkopter xistine
    Etîketan:
    derya, balafir, helîkpter, Fîloya Rûsya ya li Baltikê, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de