17:26 24 Nîsan 2018
    S-400

    Li Hindistanê ji ber fiyetê muzakereyên S-400î dirêj bûn

    © Sputnik / Mikhail Mokrushin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Ev demeke di navbera Rûsya û Hindistanê de hevdîtinên ji bo sewkiyata pergala parastina hewayî ya S-400î tê kirin. Muzakere ji ber fiyetê hatin dirêjkirin.

    Cîgirê Serokê Servîsa Hevkariya Teknîkî ya Leşkerîya Federal a Rûsyayê Vladimîr Drojjov li fuara parastin a 2018an a Defexoyê ya li Hindistanê ji ajansa Spûtnîkê re axivî.

    Vladimîr Drojjov di axaftina xwe de got: "Hemû mijarên teknîkî hatin axaftin û lihevkirin çebû. Niha em di asta hevdîtinên bazirganî de ne. Derbarê fiyetê de niha em hevdîtinan pêk tînin. S-400 behmepa ye, emsalê wê tunene û dibe ev hinekî demê bigre. Aliyê Hindistanê hetanî parametreyên fiyetê erê bike hinek dem jê re divê."

    Drojjov di dirêjiya axaftina xwe got: "Em hêvî dikin îsal kontrat di navbera herdu welatan de were îmzekirin."

    Bi heman mijarî:

    DYA wê ji Tirkiyeyê re alternatîva S-400 a rûsî pêşnîyar bike
    Rûsya: Peymana di navbera me û Tirkiyê ya li ser moşekên S-400 herdu aliyan jî memnûn kir
    Amerîka: 'S-400 dê bibe sedema sepandina dorpêçan, werin em ji bo alternatîvê bixebitin'
    Moşekên S-400 ji bo Amerîka çima pêximker in?
    Rîyad bi kirîna S-400 dixwaze nakokiyên di navbera Rûsya û Emerîkayê de bikar bîne
    Etîketan:
    Cîgirê Serokê Servîsa Hevkariya Teknîkî ya Leşkerîya Federal a Rûsyayê, Vladimîr Drojjov, Hindistan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de