05:14 21 Nîsan 2018
    Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Vasiliy Nebenzya

    Rûsya: Em hêvî dikin ku li Sûriyê kes ji sînorê herî dawî derbas nebe

    © Sputnik / Grigoriy Sisoev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî Vasiliy Nebenzya li Neteweyên Yekbûyî axivî, “em hêvî dikin ku li Sûriyê kes ji xala herî dawî ya vegera wê tune derbas nebe.”

    Îro bi pêşniyara Bolîvyayê Konseya Ewlekariyê ya NYyê ji bo axaftina rakêşiyên li Sûriyê civîya. Piştê civînê Vasiliy Nebenzya di derbarê civînê de agahiyan da rojnamevanan. Nebenzya, "Em dibînin ku endamên hinek welatan gelek êrişkar tevdigerin, ev hal bixwe îhlalkirina rêbaznameya Neteweyên Yekbûyî ye. Em bi fikar in ku ev rewş tenê rakêşiyan zêdetir dike."

    Nebenzya di axaftina xwe de destnîşan kir ku "me di civînê de anî ziman ‘em hêvî dikin Amerîka û hevkarên wê li hember welatekî serwer xeletiyê nekin û ji tevgerên leşkerî dûr bisekini."

    Bi heman mijarî:

    Nûnerê NY yê Sûriyeyê: Tirkiye ji terorîstan re piştgiriya çekên kîmyewî dike
    Rûsya: Tehdîdên bikaranîna hêzê li dijî Sûriyeyê binpêkirina rêziknameya NY ye
    NY: 137 hezar Efrînî çûne Til Rifet û gundên derdorê
    Nûnerê NY: Zêdetirî 153 hezar kes ji Efrînê koçber bûn
    Etîketan:
    rakêşî, sûriya, Neteweyên Yekbûyî, rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de