02:37 28 Gulan 2018
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn

Rûsya eşkere kir bê wê kengî dest bi ceribandina moşeka zorgiran a gewre bike

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihand ku 10 sal bi şûn de ew dê moşeka zorgiran a super were ceribandin û ew moşek dê bikaribe bo rêgeha dinyayê 80 tonî û bo heyvê jî 20 tonî veguhezîne.

Ji destpêka yekem geşta kozmonotê rûsî Yurî Gagarin bo fezayê ya 1961ê û ta îro her sal 12ê Nîsanê li Moskowayê weke Roja Kozmonotan tê pîrozkirin. Sebaret wê rojê Serokê rûsî Pûtîn serdana pêşangeha ‘Kosmos'ê (Feza) kir. Pûtîn li wir derbarê moşeka zorgiran a gewre ya ku Rûsya plan dike wê bi pêş de bibe axivî. Pûtîn, "Em plan dikin ku 10 sal bi şûn de moşeka zorgiran a gewre biceribînin."

‘DI DEMEKE NÊZ DE EM DÊ DEST BI XEBATAN BIKIN'

Pûtîn bal kişande ser wê yekê ku li baregeha fezayê ya rûsî Vostoçniyê pêwist e ji bo ceribandina moşekan rampayeke taybet were çêkirin. Pûtîn wiha axift "Em vê plan dikin û em dê di demeke nêz de dest bi xebatan bikin. Ji bo moşekan zorgiran em di xebitin, pêwist e êdî em ji bo moşeka zor giran têkevine dewrê."

Serokê rûsî da xuyakirin ji bo ku moşeka nû û rampaya wê avêtine bi hev re temam bibin xebatên bipêşdebirinê dê bi awayekî koordîne werin kirin.

JI BO PROJEYÊ MILYAREK Û 6 MILYON RÛBLE HATIN TERXANKIRIN

Li gorî zanyariyên malpera ku îhaleyên dewletê tê de têne weşandin, ji bo destpêka xebatên moşekê navhatî milyarek û 6 milyon dolar (kêmzêde 26 milyon dolar) hatin terxankirin. Tê payîn ku di Cotmeha 20109an de bipêşdebirin destpê bike.

Moşeka nû ya zorgiran a Rûsyayê dê bikaribe ji bo rêgeha dinyayê 80 tonî û ji bo ya heyvê jî 20 tonî veguhêze. Bi moşeka nû rêwitiya ser heyvê dê 5 rojan bidome.

Bi heman mijarî:

Rûsyayê bersiva Trumpî da: Divê ew moşek li dijî terorîstan werin bikaranîn
Pisporê rûsî: Dibe ku Amerîka li Sûriyê moşekên Tomahawk Block IV bi kar bîne
Lavrov: Di dayîna moşekên S-400î de jo bo Rûsyayê ti rîskekê tune ye
Rûsya: Peymana di navbera me û Tirkiyê ya li ser moşekên S-400 herdu aliyan jî memnûn kir
Peskov: Dê Rûsya biryar bide bê wê moşekên xwe li ku derê bicih bike
Dîroka sewkiyata moşekên S-400î bo Tirkiyeye diyar bû
Etîketan:
Moşeka Zorgiran a Gewre, Moşek, Kosmos, Serokê Dewleta Rûsyayê, Yuri Gagarîn, Vladimîr Pûtîn, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de