06:54 18 Hezîran 2018
Mariya Zaxarova

Rûsya: Tehdîdên bikaranîna hêzê li dijî Sûriyeyê binpêkirina rêziknameya NY ye

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarovayê got ku tehdîdên bikaranîna hêzê ya li dijî Sûriyeyê bi awayekî çors binpêkirina rêziknameya NYyê ye.

Zaxarova di daxuyaniya xwe ya civîna heftane de bersiv da tehdîdên Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron yên ji bo lêdana Sûriyeyê.

Mariya Zaxarova bal kişand ser ku Trump û Macron li ser îdiayên ku dibêjin li Dûmayê êrîşa kimyewî hatiye pêkanîn, tehdîdên bikaranîna hêzê li dijî Sûriyeyê tînin ziman û derbirî ku ev tehdîdên li endamekî NY tên kirin, bi awayekî çors binpêkirina rêxiknameya NY ye.

‘ÇAVKANIYA TEHDÎDAN NÛÇEYÊN DEREW IN'

Zaxarova destnîşan kir ku tehdîdên Amerîka dikin, gelekî xeternak in û xwe dispêrin nûçeyên derew. Bedevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ev tişt gotin, "Ji Washingtonê daxuyaniyên hêj jî daxuyaniyên milîtarîst tên. Ev tawanbarî tenê ne li dijî Sûriyeyê ne, li Rûsyayê jî tên girtin, ku tê parastin Rûsya Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad diparêze û bi awayekî xwezayî wê berpirsyariyê parve dike."

Zaxarovayê derbirî ku welatên rojavayî ji bo têgihîştineke şer çêbikin, di nava 2 rojan de çi ji destê wan hat kirin.

Bi heman mijarî:

Zaxarovayê bersiveke îronîk da: Pergal hat Iraqê îca dê alî Sûriyeyê bikin
'Rûsya dê ji bo Sûriyeyê helwesteke nîşan bide ku diyar bike, tişan bi du pîvanan napîve"
Macron: Delîl li cem me hene ku Sûriyeyê çekên kîmyewî bi kar anîne
Almanya: Em beşdarî êrîşa li dijî Sûriyeyê nabin
Etîketan:
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Mariya Zaxarova, Rûsya, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de