01:11 21 Nîsan 2018
    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova

    Zaxarovayê bersiveke îronîk da: Pergal hat Iraqê îca dê alî Sûriyeyê bikin

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarovayê fermana Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May ya amadekirina noqavan bo êrîşkirina li ser Sûriyeyê şirove kir, derketina DAIŞê li Iraqa ku ji bo birina demokrasiyê çûbûnê bi bîr anî û got, "wan pergalek anî Iraqê, îca niha de alîkariya Sûriyeyê bikin."

    Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trumpî got ku" Amade be Rûsya, moşek tên", rojnameya The Telegraphê ragihand ku Serokwezîra Brîtanyayê Theresa Mayê ferman daye noqavan ku xwe amade bikin ji bo êrîşî hêzên hikûmeta Sûriyeyê bikin.
    Li gorî wê nûçeyê, ferman bo noqavan hatiye dan ku biçin beravên Sûriyeyê da ku êrîşên moşekî pêk bînin.

    Zaxarovayê li ser rûpela xwe ya Facebookê mijar şirove kir û got, "wan pergal aniye Iraqê, îca dê alîkariya Sûriyeyê bikin. Zarokên biçûk hene ku nikarin xeyal jî bikin bê van noqavan çarenûseke çawa ji wan re amade kiriye, bê Theresa Mayê çarenûseke çawa ji wan re amade kiriye. Paşê May dikare ji bo vê lêborînê bixwaze. Lê ew dê bi vê re bijîn."

    Herwiha Zaxarovayê Iraqê bi bîr anî ku "bi behaneya birina demokrasiyê" hatibû dagirkirin û bû ew dever a ku DAIŞê jê derket.

    Serokwezîrê Brîtanyayê yê berê Tony Blair bandora wê dagirkirina li ser derketina DAIŞê qebûl kiribû. Blair lêborîn xwestibû ji bo şaşiyên di dema plankirin û îstîxbaratê de çêbûbûn.

    Blairî gotibû, "ez lêborînê dixwazin ji ber îstîxbarata şaş. Ez ji ber plankirin û şaşiyên ku di mijara pêşbînkirina rewşê piştî xistina rejîmê de lêborînê dixwazim."



    Bi heman mijarî:

    Serfermandarê Rûsyayê Gerasîmov bi hevkarê xwe yê tirk re hevdîtin pêk anî
    Putin mezbeteya xwe ya serdema 4an stend: Şefaftirîn hilbijartina dîroka Rûsyayê bû
    'Pêvajoya ji bo îadekirina Gulen êdî Rûsyayê jî eleqeder dike'
    Kremlîn: Bêbingehiya tawanbariyên dînoke yên ser Rûsyayê tê piştrastkirin
    Rûsyayê ji bo krîza Skrîpal ji KENYê daxwaza civînê kir
    Etîketan:
    Theresa May, Tony Blair, Mariya Zaxarova, Efrîn Brîtanya, Brîtanya, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de