06:26 21 Gulan 2018
    Kremlin Sözcüsü Dmitriy Peskov

    Kremlin: Rûsya ji nêzîk ve daxuyaniyên Amerîkayê dişopîne

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Fermî yê Kremlinê Dmitriy Peskovî îro pêncşemê ragihand ku Rûsya ji nêzîk ve daxuyaniyên Amerîkayê yên li ser Sûriyeyê dişopîne.

    Recep Tayip Erdogan
    © REUTERS / Murad Sezer
    Peskovî teqez kir ku pêwîst e, xwe ji gavên wiha dûr bixin ên ku rageşiyê zêde dikin û got ku "gavên wiha dê bandoreke gelekî xerabker li tevahiya pêvajoya çareseriya li Sûriyeyê bike."

    Berdevkê Kremlinê ji rojnamevanan re got ku Rûsya "daxuyaniyên têkilîdar ên ji Washingtonê derdikevin ji nêzîk ve dişopîne."

    Herwiha Peskov di berdewamiyê de got ku "kanala pêwendiyê ya di navbera fermandarên Amerîka û Rûsyayê li Sûriyeyê qut nebûye û ji aliyê herdu aliyan ve çalak e."

    "PÊWENDIYEKE TELEFONÎ DI NAVBERA PÛTÎN Û TRUMPÎ DE NAYÊ PLANKIRIN"

    Ji aliyê din ve, Peskovî got ku ti pêwendiyeke telefonî di navbera Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokê Amerîkayê Donald Trump heta niha nehatiye plankirin û wiha dewan kir: Niha di programa Pûtînî de ti pêwendiyeke telefonî di navbera wî û Trumpî de tine. Em mijar neket rojeva Moskow û Washingtonê."

     

    Bi heman mijarî:

    Peskov: Dê Rûsya biryar bide bê wê moşekên xwe li ku derê bicih bike
    Peskov: Berovajî Tirkiye û Îranê, Amerîka piştgiriya pêwîst nade
    Peskov: Di dest Kremlînê de derbarê hejmara miriyan de ti agahî tune ye
    Peskov: Îdiayên ku Rûsyayê li Rojhilatê Gutayê bombebaran pêkaniye bêbingeh e
    Peskov: Milîtanên li Xutaya Rojhilat sivîlan dîl digrin
    Peskov: Provokasyonên terorîstan rê nade serrastkirina rewşa li Xûtaya Rojhilat
    Etîketan:
    Donald Trump, Dmitriy Peskovî, Dmitriy Peskov, Amerîka, Rûsya, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de