14:56 19 Nîsan 2018
    Balafira rûsî

    Firînên navbera Rûsya û Misrê dîsa dest pê kirin

    © Sputnik / Aleksandr Kryajev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku Rûsyayê qedexeya firînên ser Misrê rakir û firîna pêşî pêk hat. Îro ji Kahireyê jî bo Moskowayê dê firîn pêk were.

    Li gor agahiyên ku ji berpirsên Balafirxaneya Kahire ya Navneteweyî ya Misrê hat wergirtin, balafira şirketa Rêya Hewayî ya Aeroflotê ku ji Balafirxaneya Şeremetyevoye ya Navneteweyî ya Rûsyayê rabû û nêzîkî 120 rêwî têdebûn gihîşte Kahireyê.

    Li gor daxuyaniya Rêya Hewayî ya Misrê îro firîna pêşî ya navbera Kahire û Moskowayê jî dê pêk were. Li gor planan di navbera Kahire û Moskowayê de wê hefteyê 6 firîn pêk werin.

    Firînên navbera Rûsya û Misrê di 31ê Cotmeha 2015an de piştî ketina balafira rûsî hatibûn rawestandin.

    Wezîrê Hewageriya Sivîl ê Misrê Şerîf Fethî û Wezîrê Veguhestin ê Rûsyayê Maksîm Sokolov ji bo destpêkirina firînên balafiran di berfenbara 2017an de peymaneke ewlehiyê îmze kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    ‘Rûsya û Misir li dijî polîtîkaya DYA û Siûdî ya herêmê ne’
    Rûsya û Misir dê çûnûhatina hewayî ji nû ve dest pê bikin
    Rûsya û Misir tetbîqata hevpar li dar dixin
    Rûsya: Divê Iran, Iraq û Misir beşdarî civîna Sûriyeyê bibin
    Dibe ku Misir û Rûsya teknolojiya ragihandinê ya leşkerî hilberînin
    Etîketan:
    Firînên navbera Rûsya û Misrê dest pê kirin, Misir, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de