17:41 25 Gulan 2018
Amerîkayê ceribandina moşekên balîstîk ên bêçêk kir

Pisporê rûsî: Dibe ku Amerîka li Sûriyê moşekên Tomahawk Block IV bi kar bîne

© REUTERS / Lucy Nicholson
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Pirsporê rûs Korotçenko twîta Donald Trump ya ku tê de behsa moşekên biaqil kiribû nirxand: Dibe ku qesta Trump moşeka Tomahawk Block IV be.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro di hesabê xwe yê twiterê de "li benda moşekên me bin em ê di nêz de moşekên yê biaqil bişînin." Seredîtorê Kovara Natsionalnaya Oborona (Ewlehiya Neteweyî) İgor Korotçenko di derbarê van îfadeyên Trump de axivî.
Korotçenko: Em texmîn dikin ku ew moşekên ku îro Trump qest kir yek ji wan cûreyên nû yên moşekê Tomahawk, Tomahawk Block IV be. Ev moşek nû ye, ji ser behrê jî tê avêtin û dema ku li hewa ye rotaya wê tê guhertin. Ihtimaleke mezin wê vê moşekê ji keştiyên xwe yên li Behra Spî bavêjin.

Korotçenko destnîşan kir ku: Ev tevgerên Amerîkayê yên êrişkar û bi taybetî jî êrişeke ku raste rast bi ser hêzên Rûsyayê ve, wê bibe sedema kirêzeke mezin a navneteweyî, ez dikarim bibêjim ku wê bibin sedemên şerê cîhanê yên destpêkê. Gere Pentagon divê analîzên zelal bidin pêşiya Trump da ku xeletiyên mezin neke.

Bi heman mijarî:

‘Dibe ku Amerîka bi moşekên krûzî li baregehên leşkerî yên li Sûriyeyê bixe'
Lavrov: Di dayîna moşekên S-400î de jo bo Rûsyayê ti rîskekê tune ye
Rayedarê NATOyê di mijara stendina moşekên S-400î de behsa hinek rîskan kir
Amerîkayê li ser peymana moşekên Patriotan ya bi Polonyayê re daxuyanî da
Etîketan:
êriş, moşeka balîstîk, Rusya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de