01:11 24 Gulan 2018
    Tirkiye - Brîtanya - NATO - DYA

    Parlementerê rûs: Em bi rêya Tirkiyê bi NATOyê re di têkiliyê de ne

    © REUTERS / Francois Lenoir/File Photo
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Lijneya Parastinê ya Dûmayê Vladimir Şamanov da zanîn ku Rûsya bi Sererkaniya NATOyê re di têkiliyê de ye û ev têkilî jî bi rêya Tirkiyê tê kirin.

    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump
    © REUTERS / Asin Bulbul/Kevin Lamarque
    Şamanov di axaftina xwe ya bi Televîziyona 1ê re de destnîşan kir ku "em vê gav bi Sererkaniya NATOyê re di peywendiyê de ne, bi rêya muttefîkê me Tirkiye em diyaloka xwe ya bi NATOyê re zelaltir dimeşînin."
    Şamanov di axaftina xwe de anî ziman ku: Her çiqas axaftinên Donald Trump hestiyar û tehdîtkar be jî, dema ku em li axaftinên Serokwezîra Brîtanya Theresa May û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron dinhêrin em dibînin ku wek hev nafikirin. Ev jî encamên tevdîrên me ne.

    Vladimir Şamanov got ku, divê hemwelatiyên Rûsyayê di derbarê vê meselê de bi fikar nebin, lewra Rûsya bi saziyên xwe yên leşkerî, dîplomatîk û siyasî 24 saetan li ser van meseleyan dixebitin û bi rayedaran re di têkiliyê de ne.

    Bi heman mijarî:

    NATO: Em şerekî nû yê sar naxwazin
    Erdogan: Ey NATO tu li kuderê yî?
    Parlamentera alman: Bila YE û NATO mudaxeleya Tirkiyeyê bike
    Etîketan:
    Tirkiya, rûsya, şer, rÛSYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de