15:45 22 Nîsan 2018
    Keştiya Şer a Amerîka USS Harry S. Truman

    Amîralê rûsî yê berê: Amerîka li Sûriyê amadekariya êrişeke mezin dike

    © AP Photo / ABD Donanması
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Fermandarê berê yê Hêzên Behrevaniya Rûsyayê Vladimir Korolev ragihand ku bipêşveçûna keştiyên balafirhilgir ên Amerîkayê û zêdekirina hejmara keştiyên şerî dide nîşandan ku Washington li Sûriyê amadekariya êrişeke mezin dike.

    Fermandarê berê yê Hêzên Behrevaniya Rûsyayê Korolev ku di navbera salên 1998an û 2002an de fermandariya Komkeştiya Behra Reş de xebitiye li ser rûdanên dawî yên li Sûriyeyê axivî û got ‘rewş cidî ye'.

    ‘PÊWÎST E BO MOŞEKAN DESTWERDAN BÊ KIRIN, ÊRIŞEKE WIHA TÊ WATEYÊ ŞER'

    Komoyedov da xuyakirin ku eger jiyana leşkerên rûsî têkeve metirsiye pergalên parastinê yên li Sûriyê pêwist e li moşek û bataryayên wan were xistin, "Pêwist e li moşekên ku bêne avêtin li wan bê xistin. Mijara keştiyên balafirhilgir mijareke zexm e. Êrişeke wiha tê wateya şer."

    ‘DIVÊ DIJMIN PIÇÛK NEYÊ DÎTIN'

    Fermandarê teqawîtbûyî Komoyedov derbirî ku divê dijmin piçûk neyê dîtin û ev hişyarî da:

    "11 keştiyên barhilgir ên Amerîkayê ku bi sotemeniya nukleer dixebitin hene. Di her keştiya balafirhilgir de 95 balafir hene ku 60 ji wan yên êrişê ne. Yanî li qadeke bi qasî 1500 kîlomtrekareyî parastinê dabîn dike. Şerê behrê hêzeke gelek xurt divê. Li herêmê ewçend em ne birêxistin in. Amerîka li wir dê li hewayê û li behrê bi bandor be, herwiha endamê NATOyê ye jî:"

    ‘MEZINTIRÎN PROVAKATOR, RÊVEBERIYA AMERÎKAYÊ YE'

    Amîralê rûsî yê berê di berdewamiya analîza xwe de ev nirxandin kir:

    "Mezintirîn provaktor amerîkî ne. Naxwazin argumentên me bibîhîzin. Naxwazin delîlên ku me çekên kîmyayî bikar neanîne bibînin. Amade ne ku aliyê ku destwerdana wê tê de nîne sizadan bikin. Di vê rewşê de ewil pêsit e amadekariya şer were ragihandin. Bi taybetî jî ji bo hevdîtinan dîplomatên rûsî divê amade bin."

    KEŞTIYÊN AMERÎKÎ BI PÊŞ DE DIŞIN, TRUMP FIŞARAN DIKE

    Di nûçeya rojnameya Pentagonê Stars&Stripesê Komkeştiya Amerîkaye koma êrîşkirinê ya keştiya balafiran Harry Truman ji barega Norfolkê ya li eyaleta Virginayê bo Derayaya Spî kete nava tevgerê.

    Herwiha demek berê hatibû ragihandin ku kruvazora moşekên ajotî yên USS Normandyê, destroyera moşekên ajotî "USS Arleigh Burke", "USS Bulkeley", "USS Forrest Sherman" û "USS Farragut" bi wan re ne. "USS Jason Dunham" û "USS The Sullivans" dê paşê tev li wê komê bibin.

    'RÛSYA XWE AMADE BIKE'

    Serokê Amerîkayê Donald Trump
    © REUTERS / Carlos Barria
    Ji aliyê din ve hêjayî gotinê ku Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê li ser rewşa Sûriyeyê bangî Rûsyayê kiribû ku amade be û wiha gotibû, "Rûsya xwe amade bike, ji ber ew tên, xweşik, nû û 'jîr' in' Diviyabû tu nebûya hevparê wî hewyanê kujer ê bi gazê ku mirovên xwe dikuje û kêfê jê digire."

     

    Bi heman mijarî:

    Hûsiyan moşek avêtin Riyadê
    Pûtîn bi Netanyahu re axivî: Ji çalakiyên ku serweriya Sûriyê binpê bikin, dûr bisekinin
    Barzanî: Em amade ne ji bo alîkariya çareseriya aştiyane ya doza kurdî li Tirkiyê
    Li Sûriyê li dijî otobêsa rojnamegerên rûsî êrişeke çekdarî pêk hat
    Mattis: Artêş ji operasyonê re amade ye
    Îran: Eger Amerîka êriş bike, em ligel Şamê ne
    Etîketan:
    Bipêşdeçûna hêzên amerîkî, Aamdekariyên Şer, analîz, Donad Trump, Vladimir Komoyedov, Sûriye, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de