06:54 18 Hezîran 2018
Vladimîr Pûtîn

Pûtîn bi Netanyahu re axivî: Ji çalakiyên ku serweriya Sûriyê binpê bikin, dûr bisekinin

© Foto : Rusya Devlet Başkanlığı Basın ve Bilgi Ofisi
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dewleta Rûsyayê Valadimîr Pûtîn, bi Serokwezîrê Îsraîlê ku roja yekşemê li baregeha li Hûmsê xistibû, Benyamîn Netanyahu re bi telefonê peywendiyek danî. Di wê peywenditê de Pûtîn ji Netanyahu re got, pêwîst e ji serweriya Sûriyê re rêz were nîşandan.

Serokê Dewleta Rûsyayê Pûtîn ji serokê îsraîlî Netanyahu re bi rêya telefonê got, "Pêwist e ji çalakiyên ku dê rewşa Sûriyê bêîstiqrartir bike û ewlehiya Sûriyê bêhtir têxe metirsiyê bidûr bê sekinandin."

Kremlînê derbarê peywendiya telefonê de ev daxuyanî da:

"Peywendî bi daxwaza aliyê Îsraîlê pêk hat. Di peywendiyê de li ser mijara mijara Sûriyê û têkildarî wê êrişa hêzên esmanî ya îsraîlî ya li dijî qada esmanî ya T4 a li Humsê hate gotûbêjkirin. Di peywendiya telefonî de Serokê rûsî Pûtîn bal kişande ser girîngiya serweriya Sûriyê û got pewist e ji çalakiyên ku rewşa Sûriyê bêîstiqrartir bikin û ewlehiya Sûriyê zêdetir têxin metirsiyê bi dûr bê sekinandin."

Bi heman mijarî:

Pûtîn: Rewşa li dinyayê cihê nîgeraniyê ye
Peskov: Pûtîn dê pêwendiyeke telefonî ya navdewletî pêk bîne
Pûtîn û Merkel li ser mijara Sûriye û Ûkraynayê axivîn
Pûtîn û Erdogan derbarê Sûriyeyê de axivîn
Peskov: Pûtîn û Erdogan behsa sewqiyata berhemên çandiniyê kir
Etîketan:
Serweriya Sûriyê, Peywendiya Telefonê, Benyamîn Netanyahu, Valdîmîr Pûtîn, Israil, Sûriye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de