06:23 21 Gulan 2018
    Xûtaya Rojhilat, Şam 11ê Adara 2018an

    Polîsê leşkerî yê rûsî diçine navenda îdiaya êrişa kîmyewî Dûmayê

    © REUTERS / Bassam Khabieh
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Serokê Daîreya Operasyona Sereke ya Sererkaniya Rûsyayê Korgeneral Viktor Poznihir ragihand ku polîsê lekerî yê rûsî sibe diçe navenda îdiaya êrişa kîmyewî Dumayê.

    General Viktor Poznihir di civîneke rojnamevaniyê li Wezareta Parastinê ya Rûsyayê axift û da zanin, "Yekîneyên polîsên leşkerî yên rûsî, ji bo dabînkirina ewlehiyê û ji bo organîzekirina alîkariyên mirovî bo navçeyê sibe Diçe Dûmayê."

    'DI ANALÎZAN DE RASTÎ JEHRÊ NEHATIN'

    Poznihir da xuyakirin ku wan li ser xaka ku ji Dûmayê anîne analîz kirine û rastî tu jehrê nehatine. Koma Xûzeyên Spî yên bi Eniya Nûsrayê re peywendîdar heçku êrişa kîmyewî pêkaniye dide nîşandan.

    'WHO PROVOKASYONA ŞER DIKE Û ZIRARÊ DIDE ÎTÎBARA XWE'

    Generalê rûsî bertek nîşanî daxuyaniya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ku amajê kiribû ku 500 kes bi kîmyesalê hatine jehrîkirin da û ev îdia weke ‘xemsarî, neberpirsyarî' bi nav kir û got WHO provokasyona şer dike û zirarê dide îtîbara xwe.

    ‘AMARÊN KU WHOyê PARVEKIRINE DI DESTÊ KESÎ DE TUNE NE'

    Poznihir bilêv kir ku îdiayên WHOyê dûrî rastiyê ne û amarên ku ew dide di destê kesî de tune ne û rayedarê WHOyê vexwendine Dumayê.

    ‘JI BO XÛTAYA ROJHILAT ALÎKARÎ TÊNE KIRIN'

    Poznihir derbirî ku ji bo sivîlên li Xûtaya Rojhilat alîkariyên mirovî têne kirin û ev agahî parvekirin:

    "Di çarçoveya vê wezîfeyê de 3 karwanên alîkariyê yên Neteweyên Yekbûyî (NY) bo herêmê hatin dabînkirin. Herwiha 445 ton madeyên xwarinê,tibbê û malzemeyên lezgînîyê bo herêmê hatin şandin. Leşkerên rûsî jî 518 ton xwarin, metbexa sehrayê, zêdetirî 9 hezar lître ava şûşeyan, 8457 taximên rûlihefên û zêdetirî 114 hezar kumanyayî bo herêmên dabîn kirin."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Sûriyeyê li Xûtaya Rojhilat studyoya 'Xûzeyên Spî' derxist holê
    Rûsya, ji bo ji Xûtaya Rojhilat derên bi milîtanan re pêşpeymanekê çêkir
    Rûsya: Hemû milîtanên Feylaq el Rahman ji Xûtaya Rojhilat hatin tehliyekirin
    Artêşa Sûriyê hemû Xûtaya Rojhilat hilda bin kontrola xwe
    ‘Li Xûtaya Rojhilat 36 xwekuj hatin desteserkirin’
    Etîketan:
    Alîkariyên mirovî, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), îdiayên WHOyê, Viktor Poznihir, Şam, Xûtaya Rojhilat, Xûta, Dûma
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de