03:10 23 Nîsan 2018
    S-400

    Dibe Rûsya fîlo û pergalên parastina hewayî li Sûriyeyê bi kar bîne

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Senatorê rûsî ragihand, eger leşkerên rûs ên li Sûriyeyê di encama derbeyeke leşkerî ya Amerîkayê de têkevin xeterê, "em dê hêzên fîloyê û pergalên S-300 û S-400î bi kar bînin."

    Senatorê rûs ji Sputnikê re got, "helbet em dê li kêlekekê nesekinin, fîloyek li Deryaya Spî heye û hêzên hewayî hene ku dibe pergalên S-300, S-400 û Pantsirê bi kar bînin.

    Herwiha senatorî got ku bi ihtimaleke mezin Trump ne amade ye xwe li fîloya me ya li Deryaya Spî rakişîne.

    Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser rewşa Sûriyeyê bangî Rûsyayê ku amade bike û wiha gotibû, "Rûsyayê soz daye ku çi moşekê bi ser Sûriyeyê de were avêtin bixin. Rûsya xwe amade bike, ji ber ew tên, xweşik, nû û 'jîr' in' Diviyabû tu nebûya hevparê wî hewyanê kujer ê bi gazê ku mirovên xwe dikuje û kêfê jê digire."

    Bi heman mijarî:

    Peskov: Pûtîn û Trump herdu jî dizanin ku pirsgirêkên xwe rûbirû neaxivin çareser nabin
    Trump ji Macron re: Divê hevkariya bi Tirkiyê re ya di mijara Sûriyê de bê zêdekirin
    Trump li ser ziyareta Kim ya Çînê got: Ez bi çar çevan li benda hevdîtinê me
    Etîketan:
    Donald Trump, Deryaya Spî, Sûriye, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de