14:56 19 Nîsan 2018
    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova

    Zaxarova: Fikira Trumpî ya rawestandina pêşbaziya çekan gelekî baş e

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarovayê fikira Serokê Amerîkayê Donald Trumpî ya "rawestandina pêşbaziya çekan" wek fikireke "bêhempa" bi nav kir û pêşniyar kir ku "jinavbirina çekên kîmyewî dest pê bikin."

    Zaxarovayê li ser hesabê xwe yê Facebookê derbarê wê tweeta Trumpî de nivîsî û got, di vê rewşê de pêşniyare heye ku bi jinavbirin û telefkirina çekên kîmyewî dest pê bikin.

    Trumpî îro li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha gotibû, "dema Şerê Sar jî di nav de, têkiliyên me yên li gel Rûsyayê ti carî ewqasî xerab nebûne. Ti sedema vê tine. Pêwîsitya Rûsyayê bi me heye ji bo alîkariya wan di aboriya wan de bikin ku ev tişt dê gelekî hêsan be ji bo em bikin û pêwîstiya me hemû neteweyan heye ku bi hev re bixebitin. Pêşbaziya çekan rawestîne?"

     

    Bi heman mijarî:

    ‘Trump wê dîplomatên rûs dersînor bike’
    Koşka Spî: Trump û May li ser ‘hilweşandina tora sîxuriya rûsî’ li hev kir
    Trump wezîrêkî din ji wezîfeyê distîne
    Qesra Spî: Dersînorkirina dîplomatan bandorê li ihtimala civîna Trump û Pûtînî nake
    Trump: Em ê li demeke nêzîk ji Sûriyeyê vekişin
    Etîketan:
    Donald Trump, Mariya Zaxarova, Rûsya, Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de