00:49 26 Nîsan 2018
    Rusya Dışişleri Bakanlığı Sözcüsü Mariya Zaharova

    Rûsyayê bersiva Trumpî da: Divê ew moşek li dijî terorîstan werin bikaranîn

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarovayê bersiva Trumpî da û got, "divê ew moşekên jîr li dijî terorîstan werin bikaranîn ne li dijî hikûmeta wê derê ya meşrû bin ku ev çend sal in, li erda xwe li dijî terora navdewletî têdikoşe".

    Zaxarovayê li ser hesabê xwe yê Facebookê nivîsî û destnîşan kir ku "divê ew moşekên jîr hewldanek be da ku delîlên derbarê êrîşa kîmyewî ya îdîakirî li Sûriyeyê ji nav bibin."

    Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser rewşa Sûriyeyê bangî Rûsyayê ku amade bike û wiha got, "Rûsyayê soz daye ku çi moşekê bi ser Sûriyeyê de were avêtin bixin. Rûsya xwe amade bike, ji ber ew tên, xweşik, nû û 'jîr' in' Diviyabû tu nebûya hevparê wî hewyanê kujer ê bi gazê ku mirovên xwe dikuje û kêfê jê digire."

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarovayê di berdewamiyê de wiha got: "Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî hatiye hişyarkirin ku ew moşekên jîr dê hemû delîlên bikaranîna çekên ^kimyewî li ser erdê ji nav bibin? An jî tevahiya fikirê ew e ku provokasyonan bi moşekên jîr bikin û tiştek ji çavdêrên navdewletî re nemîne ku lê bigerin."

     

    Bi heman mijarî:

    Bi saya Rûsya, Tirkiye û Îranê dê rewşa Sûriyeyê normalîze bibe
    Rûsya: Amerîka ji bo hebûna xwe ya li Rojhilata Navîn kaoseke bi kontrol dixwaze
    Tirkiye: Rûsya dibêje ku YPG li Til Rifetê nemaye
    Ermenistan: Em peywediyên Rûsya û Tirkiyeyê dişopînin
    Etîketan:
    Donald Trump, Mariya Zaxarova, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de