08:00 20 Nîsan 2018
    Pûtîn û Esad li baregeha Hmeymim

    Rûsya: Ger Amerîka li Sûriyeyê êrîşê artêşa rûsî bike, em ê tavilê bersivê bidinê

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Serokê Komîteya Ewlehiyê ya Konseya Federasyona Rûsyayê Yevgeniy Serebrennikov got, Amerîka ger li Sûriyeyê li artêşa rûsî bixe, em ê jî tavilê bersivê bidinê.

    Serebrennikov ji bo Sputnikê axivî û got, ji ber ku tê payîn Amerîka li hemberî êrîşên kimyewî yên tên îdiakirin, bi êrîşên hewayî bersivê bide, ligel her du baregehên hewayî yên Rûsyayê, baregehên Hmeymim û Tartûsê yên li Sûriyeyê leşkerên rûsî jî bi awayekî baş tên parastin.

    Serebrennikov ev tişt gotin, "Wekî beriya niha wezareta me ya parastinê jî diyar kiribû, baregehên leşkeri yên rûsî yên li Hmeymim û Tartûsê bi awayekî xurt tên parastin. Li ser îhtimala êrîşeke hewayî ya Amerîkayê leşkerên me wê ne di metirsiyê de bin. Ez difikirim ku Amerîka ev yek fêm kiriye. Em ê destûrê nedin tiştekî wisa, ji ber ku wekî Rûsyayê, em ê tavilê bersivê bidinê. Serfermandariya Rûsyayê jî ev yek eşkere kir."

    Hefteya borî di çapemeniyê de hatibû îdiakirin ku hêzên hikûmeta Sûriyeyê li bajarê Dûmayê êrîşeke kimyewî ya bi klorînê pêk aniye û 70 kes mirine. Amerîkayê ji bo vê êrîşê Şam tawanbar kiribû û daxuyandibû ku ew ji bo bersivdayinê îhtimala her gavê difikirin.

    Rûsyayê beriya niha jî gelek caran destnîşan kiribû ku li Sûriyeyê ji aliyê milîtanan ve derbarê bikaranîna çeken kimyewî de wê provokasyon werin kirin û bi bihaneya tawanbarkirinê ya Şamê wê were plankirin ku Sûriyeyê bombebaran bikin.

    Bi heman mijarî:

    Nebenzya: Tehdîdên Amerîka yê li hemberî Sûriyeyê divê her kesî metirsîdar bike
    Macron: Di çend rojên pêş de em ê biryara xwe ya Sûriyeyê bidin
    ‘Artêşa Sûriyeyê ketiye amadebaşiyê’
    'Îdiayên ku Esad û malbata xwe ji Sûriyeyê reviyane nerast in'
    ‘Dibe ku Amerîka bi moşekên krûzî li baregehên leşkerî yên li Sûriyeyê bixe'
    Trumpî serdana xwe ya Amerîkaya Latînî ji bo Sûriyeyê betal kir
    Etîketan:
    êrîş, Cîgirê Serokê Komîteya Ewlehiyê ya Konseya Federasyona Rûsyayê, Yevgeniy Serebrennikov, Rûsya, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de