10:22 24 Hezîran 2018
Nexweşxaneya Herêmî ya Salisburyê

Rûsya: Salisburyê di mijara bijehrîkirina Skripalî de bikaranîna kîmyesalê piştrast nekir

© AFP 2018 / Chris J Ratcliffe
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Balyozê Rûsyayê li Brîtanyayê ragihand ku Nexweşxaneyê Herêmê ya Salisburyê di mijara bijehrîkirina sîxûrê berê yê rûsî û keça wî Yulia Skripalî de amajê pê kir ku nîşaneyên bikaranîna kîmyesalê tê xuyakirin lê ev agahî nehatiye piştrastkirin. Herwiha da xuyakirin ku ji bo teşxîsa ku ji Skripalan re hatiye danîn were eşkerekirin.

Balyozxaneyê derbarê bûyera Skrîpalî de daxuyaniyeke nû da. Balyozxaneya rûsî di daxuyaniya xwe de got, "dema em li nameya polîsê bi navê K. Davis û daxuyaniya dîrektorê Nexweşxaneyê Herêmê ya Salisburyê Christine Blanshard ya 29ê Adarê, 6 û 10ê Avrêlê dinerin, di mijara Sergey û Yulia Skripalî de nîşane xuya dikin lê ev nîşane nehatiye piştrastkirin."

Balyozxaneyê bibîr xist ku kîjan nîşaneyê Blanshardê hene û ev çawa hatine dermankirin, behsa van nehatiye hatiye kirin.

'GELO SKRÎPALAN JI BO DERMANKIRINE MUWEFEQET DAN?'

Nûnertiya dîplomatîk a rûsî bal kişande ser wê yekê bê gelo ji bo dermankirine muwefeqet hatiye dayîn an ne, hîn ev mijar ne diyar e.

‘EM JI BER NÛÇEYÊN DERBARÊ YULIAYÊ DE NÎGERAN IN'

Balyozxaneyê herwiha da xuyakirin ku ew ji ber ku Yulia Skripal ji nexweşxaneyê derketie kêfxweş in lê nûçeyên ku tê gotin ku Yulia bo devereke bi ewle hatiye veguheztin dîlgiran in.

 

 

Bi heman mijarî:

Nexweşxaneya Salisburyê: Yuliya Skripal ji nexweşxanê derket
‘Sergey Skripal hişê wî hatiye serî û dikare biaxive’
Zaxarova: Brîtanyayê ajalên li mala Skripal îmha kirine
Nexweşxaneya Salisbury: Rewşa Skripal êdî ne krîtîk e
Yulia Skripal: Heftekê berê ez hatim ser hişê xwe, serê min tevlihev e
Etîketan:
Nexweşxaneyê Salisburyê, Skripal, Brîtanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de