02:26 25 Gulan 2018
    Dmitriy Peskov

    Peskov ji bo mueyideyan: Li Rûsyayê ti tişt di bin fişaran de nayê kirin

    Host photo agency
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov li ser bersiva muhtemel a Moskowê ji mûeyideyên welatên rojavayî yên nû re axift û diyar kir ku li Rûsyayê ti tişt di bin fişarê de nayê kirin, her tişt ji bo berjewendiyên neteweyî tê kirin.

    Li ser pirsyara bê gelo Rûsya dê bersivê bide mueyideyên nû yên dewletên rojavayî û  geşedanên neyênî yên bazarê, Peskov got, "li Rûsyayê ti tişt di bin fişarê de nayê kirin. Li Rûsyayê her tişt li gorî berjewendiyên neteweyî tê kirin û ji niha û pê ve jî dê wiha be. Serokê Dewletê Vladîmîr Pûtîn gelek caran ev tişt gotine."

    "REWŞA BAZARÊ DÊ BAŞ BIBE"

    Peskovî diyar kir ku Kremlin rewşa aborî ya li welatî dişopîne û giringiya pêwîst pêşkêş dike.

    Berdevkê Kremlinê diyar kir ku piştî ew erzanbûna xebatên rûsî yên piştî mueyideyên Amerîkayê yên li ser çend pîşesazên rûs, hestbarî ne û piştrast kir ku rewşa bazarê dê baş bibe.

    Peskovî got, "meylên neyênî yên xurt di bazarê de hatin dîtin. Sedema vê, hinekî meylên di bazarê de bûn, hinekî jî erzanbûna hestbar a ji ber mueyideyan bû. Paşê dê başbûnek çêbibe."

    "BIPÊŞDEKETINEKE BERBIÇAV TINE"

    Ji aliyê din ve, Peskovî bersiva pirsyarên li ser civîna Pûtîn û Trumpî ya muhtemel da.

    Peskovî got ku li himberî wan îdîayên dibêjin, ihtimal heye meha Nîsan lûtkeyek di navbera Pûtîn û Serokê Amerîkayê Donald Trumpî de çêbibe, ti planeke berbiçav tine û wiha dewam kir: Hîn ti lihevkirin tine, lewra ji bo niha ti pêwendî jî nayê kirin."

    Herwiha Peskovî diyar kir, dibe ji bo civînê pêwîst bibe ku em li bendî wezîrê derve yê nû yê AMerîkayê bimînin, nexasim herdu serokan talîmat dane wezîrên xwe yên derve da ku cih û tarîxa civînê diyar bikin.

    Bi heman mijarî:

    DYA: Biryara Rûsyayê a dersînorkirina dîplomatan pêwendiyan nebaştir dike
    Li Rûsyayê MALLa ku 64 kes tê de jiyana xwe ji dest dabûn bêdestûr derket
    Rûsyayê heyvekê muhletê da Brîtanya
    Rûsyayê ji ber lêgerîna balafira Aeroflotê ji Brîtanyayê agahî xwest
    Brîtanya di çarçoveya ‘têkoşîna li hember sûcên organîze’ lêgerîna balefira Rûsyayê kiriye
    Rêveberiya Filîstînê bersiva erênî da daxwaza Rûsyayê
    Etîketan:
    Donald Trump, Dmitriy Peskov, Vladîmîr Pûtîn, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de