15:45 22 Nîsan 2018
    Sergey Lavrov û Ri Yong-ho

    Lavrov serdana Koreya Bakur dike

    © REUTERS / Sergei Karpukhin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku vexwendina hevkarê xwe yê Koreya Bakur Ri Yong-ho ji bo serdana Pyongyangê qebûl kiriye.

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro li Moskowê bi Wezîrê Derve yê koreya Bakur Ri Yong-ho re civiya.

    Piştî civîna Lavrov axift û got, "dostê min ê wezîrê ji bo vegerandina serdanê ez vexwendim Pyeongchangê. Min jî vexwendin qebûl kir."

    "ME BEHSA CIVÎNA MUHTEMEL A KIM Û PÛTÎN NEKIR"

    Lavrovî diyar kir ku wan behsa civîneke muhtemel di navbera Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un de nebûye. Lavrovî got, "Me behsa van mijaran nekiriye. Herdu serok her dem fikirên xwe ji hev re dibêjin. Ez piştrast im ku gava demeke guncav were, dê li ser ihtimala civîneke wiha gotûbêj bikin."

    Herwiha Lavrovî diyar kir ku bi kêfxweşî pêşwaziyê li asayîbûna rewşa li nîv-girava Koreyê dikin û teqez kir ku Rûsya piştgiriyê dide danûstendina navbera Amerîka û Koreya Bakurê.

    Wezîrê rûs diyar kir ku divê encama danûstendinê ji bo rewşa nîvgirava Koreyî wiha bin ku herêm ji çekên nûkler were paqijkirin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Trump daxwaz kir ku bi Pûtîn re hevdîtinekê pêk bîne
    Rûsya, ji bo ji Xûtaya Rojhilat derên bi milîtanan re pêşpeymanekê çêkir
    Rûsya, Tirkiye û Îranê daxuyaniyeke hevpar da
    Bi saya Rûsya, Tirkiye û Îranê dê rewşa Sûriyeyê normalîze bibe
    Etîketan:
    Sergey Lavrov, Ri Yong-ho, Amerîka, Koreya Bakur, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de