17:39 25 Gulan 2018
Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mihaîl Bogdanov

Bogdanov: Ihtimala şerekî rasterast di navbera Rûsya û Amerîkayê de tine

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanovî ragihand ku Moskow hêvî dike, mesele li Sûriyeyê negihêje wê astê ku şerekî rasterast di navbera Rûsya û Amerîkayê de çêbibe.

Bogdanov li ser pirsyara bê gelo ihtimala şerekî rasterast di navbera Rûsya û Amerika de heye yan na, got, "ez wiha difikirim ku ihtimaleke wiha tine. Ez wisa hêvî dikin. Ez bawer dikim ku biaqilî bêaqiliyê têk bibe."

Herwiha rayedarê rûs li ser ihtimala ku Washington li Sûriyeyê xîne jî axift û diyar kir ku "sextekarî û propogandaya ragihandinê ji bo rageşkirina rewşa li Sûriyeyê tên kirin û ev tişt nayê qebûlkirin û xeter e."

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê got ku wiha bawer dike, hevparên me yên amerîkî bi baldarî daxuyaniyên Moskowê dişopînin û herwiha nayê qebûlkirin ku sextekarî û propogandaya ragihandinê bên bikaranîn ji bo ku behaneyekê ji bikaranîna hêzên re peyda bikin ji ber ev tiştekî nayê qebûlkirin û xeter e.

Bi heman mijarî:

Trump hêvî dike ku dewletên kendavê mesrefên mana hêzên amerîkî li Sûriyeyê bidin
‘Dîroka vekişandina hêzên amerîkî ji Sûriyeyê diyar bû'
Trump: Heke em li Sûriyeyê mayinde bin fatorayê bila Siûdî bide
Amerîkayê çima biryara xwe ya vekişîna ji Sûriyeyê guhert?
Rûsya: Divê bê cudahî hemî pêkhate beşdarî hevdîtinên pêşeroja Sûriyeyê bibin
Etîketan:
Mîxaîl Bogdanov, Sûriye, Amerîka, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de