02:30 20 Nîsan 2018
    Kremlin Sözcüsü Dmitriy Peskov

    Peskov: Amerîka naxwaze rastiyan bibîne

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov, di derbarê îdiayên bikaranîna çekên kimyewî ya li Sûriyeyê de ragihand ku Amerîka naxwaze rastiyan bibîne.

    Peskov diyar kir ku Amerîka û hin welatên Rojava helwesteke neyînî di derbarê bikaranîna çekên kimyewî ku tê îdiakirin li navçeya Dûmaya ya Xutaya Rojhilt a li çoltera Şamê hatiye bikaranîn, nişan didin û got: "Naxwazin rastiyan bibinin."

    Peskov destnîşan kir ku êdî ji welatên rojava re bûye edat ku ti lêkolînan nekin sûcdarkirinan bikin û ev welat qet qala lêkolînên bêalî nakin.

    ‘HEWLDANÊN ME YÊN DÎPLOMATÎK DÊ DEWAM BIKIN'

    Peskov got: "Ev helwest şansê hewldanên dîplomatîk gelek kêm dike. Lê ev yek nayê wateya ku rûs, ji xebatê xwe yên dîplomatîk dûr bikevin. Dê xebatên dîplomatîk bi heman rêbaz dewam bike."

    Welatên Rojava îdika kiribûn ku êrişa kimyeî li navçeya Dûma ya Xutaya Rojhilat hatiye bikaranîn û hikûmeta Sûriyeyê berpirsyar girtibûn.

    Rûsyayê jî îdikaya bikaranîna çekên kimyewî ya li Dûmayê red kiribû û daxwaza lêkolîna bêalî bo îdiayan kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Netanyahu: Em nahêlin tu kes zirarê bide me
    Rûsya: Di nava 24 seetên dawî de zêdetirî 3 hezar milîtan ji Dumayê derketin
    Yadlin: Êrişa me ya balafirxaneyê peyamek bo Îranê ye
    Balafiran vê carê avahiyeke sivîl hedef girt: Ji heman malbatê 13 kes hatin kuştin
    Senatorên DYAyê ji bo keşe Brunson tên Tirkiyeyê
    Etîketan:
    kimyewî, çek, îdia, Dmîtriy Peskov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de