07:53 20 Nîsan 2018
    Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY)

    Rûsya: Rojavayî li Sûriyeyê piştgiriya hêzên tarî dikin

    © AP Photo / Julie Jacobson
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî Vasiliy Nebenzya diyar kir ku Amerîka, Brîtanya û Fransa bi helwesteke di şerê sar de jî nehatiye dîtin li hember Rûsyayê bi yek eniyê polîtîkayê dimeşînin.

    Nebenzya di rûniştina Konseya Ewlekariyê ya NYyê de ku ji bo Sûriyeyê û îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî birêve diçe bal kişand ser ku bêyî ti sedemekê bi yek eniyê Amerîka, Brîtanya û Fransa li dijî Rûsyayê helwest girtine.

    Nebenzya li ser gef û bêbextiyên li Rûsyayê tê kirin wiha axivî:

    "Bê şerm û fedî gefan li Rûsyayê dixwin. Dema vê dikin jî dengê wan hemû sînoran derbas dike. Li heyama şerê sar jî hemkarên min li hemberî welatê me newîrîne qebatiyeke wisa bikin."

    Nebenzya ragihand ku ‘terorîstên bi sponsoriya derve û alîgirên tundiyê têk diçin' û diyar kir, "Niha baş tê fêmkirin bê têkçûna van hêzên tarî ku piştgiriya wan a polîtîk û madî dikin çima wan aciz dike."

    'PROKOVASYONA DÛMAYÊ BÛYERA XAN ŞÊXÛNÊ BIBÎR TÎNE'

    Nebenzya got, "Provokasyona Dûmayê gelekî bûyera par li Xan Şêxûnê bibîr tîne. Ya ku van herdu bûyeran tîne ba hev, awayê plankirina wan e."

    HALEY: BIRYAR ÇI DIBE BILA BE DÊ BERSIV BÊ DAYÎN

    Nûnera Daîmî ya Amerîkayê li NYyê Nikki Haley jî li rûniştina KENYyê axivî û li ser bikaranîna çekên kîmyewî li Sûriyeyê got, "Biryara KENYyê çi dibe bila bibe" ew dê bersivê bidin.

    HALEY: RÛSYA TI CARÎ NABE DOST, NEBENZYA: EM NE MERAQDARÊ DOSTANIYA WE NE

    Nikki Haley got ku ‘Dê Rûsya ti carî nebe dostê Amerîkayê' û nûnerê rûsî Nebenzya jî bersiva wê da û wiha got: "Bi taybet em ne meraqdarê dostaniya we ne. Heger hûn difikirin ku dostên we hene, hûn xapandine."

    Etîketan:
    Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de