06:26 21 Gulan 2018
    Duma

    Rûsya: Di lêkolînên li Dûmayê de şopa madeya kîmyewî nehat dîtin

    © REUTERS / Bassam Khabieh
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Navenda Çavderiya Agirbesta Sûriyeyê ya Rûsyayê ragihand ku di lêkolînên li Dûmaya ku tê îdiakirin çekên kîmyewî hatine bikaranîn de, ti şopeke madeyên kîmyewî nehatiye dîtin.

    Di daxuyaniyê de derbarê lêkolînên li ser îdiayên bikaranîna madeyên kîmyewî li bajaroka Dûma ya Şamê de hat wiha hat gotin:

    "Tîma Navenda Şopandina Agirbestê ya ji pisporên radyasyon û parastina madeyên kîmyewî û biyolojîk, 9ê Nîsanê li Dûmaya ku tê îdiakirin çekên kîmyewî hatine bikaranîn lêkolîn kir."

    'LI SER NEXWEŞÊN DÛMAYÊ BANDORA MADEYA KÎMYEWÎ NEHAT TESBÎTKIRIN'

    Navendê ragihand ku di encama lêkolînê de ti şopeke madeyên kîmyewî nehatiye dîtin û hat gotin, "Pizîşkên leşkerî yên navenda şopandina agirbestê çûn serdana saziya tenduristiyê ya li Dûmayê. Li ser nexweşên li wê derê bûn ti nîşaneyên jehrîbûna bi madeya kîmyewî yan jî bandorên madeya kîmyewî nehatin tesbîtkirin."

    'EM PÊ ŞAŞ DIMÎNIN KU WELATÊN ROJAVA BI DEREWÊN MILÎTANAN BAWER DIKIN'

    Navendê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku dîmen, agahî û vîdyoyên ‘Mîxferên Spî' li ser torên medyayî belav kirine, çêkirî ne û tenê bi armanca têkdana agirbesta li ser hatiye lihevkirin e.

    Herwiha hat diyarkirin, "Em pê şaş dimînin ku nûnerên welatên rojava bi derewên milîtanên şirîkên xwe yên sûc ên bêar baweriyê tînin."

    Li ser îdiayên ku artêşa Sûriyeyê li Dûmayê li dijî sivîlan çekên kîmyewî bikar aniye hin welatên rojavayî gefa êrîşkirina Sûriyeyê xwaribûn.

    Bi heman mijarî:

    Bo parlementera HDPê Ozkan 7 sal û 3 meh cezayê girtîgehê
    Di doza ‘Akademisyenên Aştîxwaz' de biryarek din hat dayîn: Salek û 3 meh cezeyê girtîgehê
    Sûriye: Êrîşa Îsraîlê bertekeke nerasterast ji serkeftina me ya dijî terorê re ye
    Rojnameya rûsî: Hindik maye Amerîka û Rûsya li Sûriyeyê şer bikin
    Partiyên kurdî bi daxuyaniyekê piştgirî dane karkerên ku ji kar hatin derxistin
    Etîketan:
    Rûsya, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de