06:11 20 Nîsan 2018
    Vladîmîr Pûtîn û Angela Merkel

    Pûtîn û Merkel li ser mijara Sûriye û Ûkraynayê axivîn

    © Sputnik / Sergey Guneev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel îdiayên êrişa kimyewî ya li Xûtaya Rojhilat nirxandin.

    Kremlînê derbarê mijarê de daxuyaniyeke belav kir û tê de diyar kir ku her du serokan bi telefonê axivîne û rewşa dawî ya Sûriyeyê û krîza Ûkraynayê nirxandine.

    Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku rewşa dawî ya li Sûriyeyê û derbarê êrişa kimyewî ku tê îdiakirin ji aliyê artêşa Sûriyeyê ve pêk hatiye nirxandine û bale kişand ser "Spekulasyon û provokasyonên div ê mijarê de ji aliyê Rûsyayê ve teqez nayê qebûlkirin."

    ‘PEYMANA MÎNSKê BÊ ALTERNATÎV E'

    Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin ku, "Girîngiya hewldanên alîkariya mirovî ya li Sûriyeyê di çerçoveya biryara bi hejmara 2401ê ya Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî yê Pûtîn hat axaftin."

    Daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku rewşa li rojhilatê Ûkrayanayê di hevdîtinê de hatiye nirxandin û peymana Mînskê bo çareseriya krîza li herêmê navgîneke bê alternatîv e û bale kişandin ser berdewamiya agirbesta ji bo Cejna Paskalyayê hat ragihandin.

    Bi heman mijarî:

    Medvedev ferman da hikûmetê ku ji bo mueyîdeyên Amerîkayê bersivên bergirîdanê amade bikin
    Sûriye: Êrîşa Îsraîlê bertekeke nerasterast ji serkeftina me ya dijî terorê re ye
    Rûsya: Ji ber bijehrîbûna kîmyayî tu kesî serî bijîşkên Dumayî nedaye
    Sê îranî di êrîşa Îsraîlê ya li ser baregeha Sûriyeyê de hatin kuştin
    DYA: Îhtîmala operasyona leşkerî ya li dijî Sûriyeyê em dûr nabînin
    Etîketan:
    hevdîtin, telefon, Kremlîn, Angela Merkel, Vladimîr Pûtîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de