18:46 20 Gulan 2018
    Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev

    Medvedev ferman da hikûmetê ku ji bo mueyîdeyên Amerîkayê bersivên bergirîdanê amade bikin

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Amerîkayê mueyideyên xwe yên li dijî Rûsyayê zêde kirin ku 14 sazî Sekreterê Giştî yê Konseya Ewlekariya Rûsyayê Nikolay Patruşev û Serokê Gazpromê Aleksey Miller, burokrat û saziyên rûsî jî di nav de ne. Serokwezîrê Rûsyayê Medvedev diyar kir ku ev yek nayê qebûlkirin û mafê bersivdayînê ya Moskowayê heye.

    Dmitriy Medvedev dîrektîf da hikûmetê ku bo mueyîdeyên Amerîkayê bersivên bergirîdanê amade bikin. Herwiha ji bo kopmaniyên rûsî yên ku di lîsteyê de ne jî planek were amadekirin.

    PESKOV: JI BO KÊMKIRINA BIRYARÊ LI SER PIYASEYAN EM BI HIKÛMETÊ RE FI PEYWENDIYÊ DE NE

    Di vê naberê de Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov ragihand ku ji bo bergirîdana mueyîdeyên Washingtonê kêm bikin bi rayedarên hikûmetê re di peywendiyê de ne.

    Peskov ji aliyê yasayan ve mueyîde berbad in û norman pêpês dikin.

    DVORKOVÎÇ: EM DÊ PIŞTEVANIYA KOMPANIYÊN XWE BIKIN

    Ji hêla din ve Cîgirê Serokwezîrê Rûsyayê Cîgirê Serokwezîrê Rûsyayê Arkadiy Dvorkovîç da xuyakirin ku ew dê li hemberî muyeîdeyên amerîkî piştevaniya kompaniyên rûsî bikin.

    Dvorkovîç, "Em bi awayekî herî baş bi kompaniyên me yên pêşeng re eleqedar dibin. Ji ber ku dê sebaret mueyîdeyan têkevine tengasiye^em dê piştevaniya wan bikin."

     

    Bi heman mijarî:

    Rojnameya rûsî: Hindik maye Amerîka û Rûsya li Sûriyeyê şer bikin
    Rûsya: Ji ber bijehrîbûna kîmyayî tu kesî serî bijîşkên Dumayî nedaye
    Rûsya: Îsraîlê êrişî balafirxaneya leşkerî ya Sûriyeyê kir
    Rûsya bi rêxistina çekdar Ceyş-ul Îslam re di meseleya tehliyekirinê li hev kir
    Rûsya: îdiayên çekên kimyewî tenê ji bo rewakirina midaxeleya welatên derve ye
    Rûsya: Îdîayên bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê artêşa Sûriyeyê ve derew in
    Etîketan:
    Kompaniyên rûsî, Ferman, Dîrketîf, mueyîde, Bergirîdan, Arkadiy Dvorkoviç, Dmitry Medvedev, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de