21:18 24 Nîsan 2018
    Dîmenên Baregeha Hewayî ya Şayratê

    Rojnameya rûsî: Hindik maye Amerîka û Rûsya li Sûriyeyê şer bikin

    © Sputnik / Mikhail Voskresenskiy
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Rojnameya Kommersant a rûsî ragihand ku îdiaya êrişa kimyewî ya li herêma Xûtaya Rojhilat a Sûriyeyê ku Amerîka Rûsyayê jî wek berpirsyar dibine, dibe di navbera Amerîka û Rûsyayê de bibe sedema şer.

    Rojnameyê di nûçeya derbarê mijarê de diyar kir ku Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump bi awayeke tûnd Rûsyayê sûcdar dike û dibe Moskow berdêleke mezin bide.

    Li gorî rojnameyê di rewşa krîza di navbera Amerîka û Rûsyayê de, Amerîka helwesteke operasyona leşkerî di navbera Rûsya û Amerîkayê de pêk were, bêtir dide nîşandan.

    Herwiha Moskow û Şam îdiayên bikaranîna çekên kimyewî li Xutaya Rojhilat wek nûçeyên derew nirxandin û teqez vê yekê jî red dikin.

    ‘JI BO AMADEKARIYA ÊRIŞÊ YA AMERÎKAYÊ ZÊDE DEMA WÊ TINEYE'

    Çavkaniyê leşkerî ya Kommersantê jî destnîşan kir ku delîlên zelal ji bo amadekariyên êrişa bi moşekan a Amerîka niha tineye, lê ji bo amadekariya Hêzên Behrê ya Amerîkayê dem hewce nake, ji ber ku destroyera Donald Cook ku 50 moşekên ji cureya Tomahawk lê barkiriye li baregeha hêzên behrê ya li Spanyayê amadeye.

    Kommersantê da zanîn ku dibe piştî rapora şêwirmedên ewlehiya neteweyî di sere hefteyê de pêşkeş bikin, dibe êrişa bi moşekan pêk were.

    Bi heman mijarî:

    Sê îranî di êrîşa Îsraîlê ya li ser baregeha Sûriyeyê de hatin kuştin
    DYA: Îhtîmala operasyona leşkerî ya li dijî Sûriyeyê em dûr nabînin
    Peskov: Gotinên Trumpî yên derheqê Esadî de ne rast bûn
    ‘Îsraîlê beriya êrişa li dijî baregeha hewayî Amerîka haydar kir'
    Etîketan:
    şer, êriş, Kommsersant, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de