14:52 22 Gulan 2018
    Putin-Esad görüşmesi

    Peskov: Gotinên Trumpî yên derheqê Esadî de ne rast bûn

    © Sputnik / Michael Klimentyev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskovî derbarê daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trumpî de yên li ser Serokê Sûriyeyê Beşar Esadî de axift û diyar kir ku Esad serokê meşrû yê Sûriyeyê ye û ne guncav e ku çêr lê werin kirin.

    Piştî ku rojnamevanan îro duşemê ji Peskovî daxwaz kir ku wan tweetên Trumpî yên derheqê Esadî de şirove bike, berdevkê Kremlinê got: Di nerîna me de, Esad Serokkomarê Komara Erebî ya Sûrî yê meşrû ye. Helbet ne tiştekî berbiaqilane ye ku bikaranîna van gotinên biheqaret derheqê serokê meşrû yê wî welatî de ne rast e."

    Derbarê êrîşa Îsraîlê ya li ser baregeheke leşkerî ya li Sûriyeyê de jî Peskovî diyar kir ku Rûsya di rêya kanalên diyar re pêwendiyê bi aliyê îsraîlî re datîne.

    "PÛTÎNÎ PÊWENDÎ BI ÎSRAÎLÊ RE NEKIRIYE"

    Li ser pirsyara bê gelo Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtînî ji bo êrîşa hewayî ya Îsraîlê pêwendî bi aliyê îsraîlî re daniye yan na, Peskovî got, "helbet. Ev sedema nîgeraniya me ye û di rêya kanalên guncav re pêwendî aliyê îsraîlî re tên danîn".

    Herwiha Peskovî diyar kir ku di dema pêkanîna êrîşa hewayî de, Pûtînî ti pêwendî bi hevkarên xwe yên îsraîlî re nekiriye.

    Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskovî diyar kir ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtînî ji bo îdîaya bikaranîna çekên kîmyewî axivîn lê ti agahî derbarê naveroka wê axiftinê de nedan.

    Bi heman mijarî:

    Ji Trump bo vekişîna Sûriyeyê: Heke em bimînin divê fatoreya wê hûn bidin
    Nûnerê Trump: Wezîfeya me li Sûriyeyê dewam dike
    Sûriyeyê bang li NYê kir: Êrişên Tirkiyeyê bidin rawestandin
    Rudskoy: DYAyê li Sûriyeyê amadehiya şerekî nû dike
    Qesra Spî: Trump qebûl kir ku leşkerên amerîkî li Sûriyeyê bimînin
    Trump û Macron wek hev difikirin: Nabe ti tişt me ji rêgirtina DAIŞê li Sûriyeyê dûr nexe
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de