18:22 20 Gulan 2018
    Kremlin Sözcüsü Dmitriy Peskov

    Kremlin: Em hêvî dikin ku rêyeke hevseng li Sûriyeyê neyê meşandin

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskovî ragihand ku rewşa li ser Sûriyeyê rageş e lê Kremlin hêvî dike ku dewletên din rêyeke hevseng bimeşînin û li dijî wê derdikeve ku gavên îstîqrarê têk dibin neavêjin.

    Peskov îro bi rojnamevanan re axift û got ku "rewş bi rastî jî rageş e. Me gelek daxuyaniyên tehdîdkar bihîstin. Tiştek ji destê me nayê, ji bilî ku em hêvî bikin, welatên sêyem rêyeke hevseng bimeşînin û xwe dûrî wan karan bigirin ku îstîqrara rewşa li Sûriyeyê têk bibin. Rewş têra xwe şkêbar e."

    Navenda Lihevanîna Rûsyayê ya li Sûriyeyê ragihandibû ku nûnerên wan serdana nexweşxaneya Dûmayê kiriye ku îdîa hatibû kirin ku êrîşa kîmyewî li wir çêbûye û bi bijîşk û karmendan re civiyabûn û piştî wê diyar kiribû ku bijîşkên sûrî yên li Dûmayê ew îdîayên jehrîbûna bi çekên kîmyewî red kiribûn.

    Biryar e ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî îro duşemê ji bo gotûbêjkirina wan raportên îdîa dikin ku êrîşên kîmyewî li Dûmayê pêk hatine dicive.

    Bi heman mijarî:

    Nûnerê Trump: Wezîfeya me li Sûriyeyê dewam dike
    Ji Trump bo vekişîna Sûriyeyê: Heke em bimînin divê fatoreya wê hûn bidin
    Sûriyeyê bang li NYê kir: Êrişên Tirkiyeyê bidin rawestandin
    Trump û Macron wek hev difikirin: Nabe ti tişt me ji rêgirtina DAIŞê li Sûriyeyê dûr nexe
    Etîketan:
    Peskov, Sûriye, Dûma, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de