00:45 21 Nîsan 2018
    Efrîn

    Lavrov: Divê Tirkiye kontrola Efrînê bide Hikûmeta Sûriyeyê

    © Sputnik / Khalil Ashawi
    Rûsya
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 02

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov derbarê operasyona Efrînê de axift û got, " Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî ti carî negotiye ku hêzên tirk dê li Efrînê bimînin û piştî bidawîbûna operasyonê, divê Tirkiye kontrola herêmê bide hikûmeta Sûriyeyê.

    Lavrov civîneke rojnamevaniyê li Moskowê bi rê ve bir û bersiv da pirsyarekê derbarê operasyona Tirkiyeyê ya li Efrînê de.

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov wiha axift: "Serokkomarê(Tirkiyeyê Recep Tayyip) Erdogan ti carî negotiye ku dixwaze Efrînê dagir bike. Nexasim em wiha bawer dikin ku hêsantirîn metoda asayîkirina rewşa Efrînê, ew e ku gava tirk bibêjin ku gihiştin armancên xwe, kontrola vê herêmê dîsa bidin Hikûmeta Sûriyeyê."

    Herwiha Lavrovî diyar kir ku di mijara Efrînê de ji bilî vê piştgiriyê nadin ti nerînê.

    "ERDOGANÎ TI CARÎ NEGOT KU DIXWAZE EFRÎNÊ DAGIR BIKE"

    Ji aliyê din ve, pirsek jê hat kirin bê serokê her sê welatên garantor ên pêvajoya Astanayê, Rûsya, Îran û Tirkiyeyê di lûtkeya sêalî ya li Enqereyê de behsa geşedanên li Efrînê kiriye yan na. Lavrovî li ser pirsyarê wiha got:

    "li wan wê pozisyona ku Erdogan gelek caran behsa wê kiribû, gotûbêj li ser (Efrînê) çêbû. Gava ku Amerîkayê dest bi flortê li gel komên kurdî kir û planên avakirina tiştekî wek herêmeke ewle ku ji Iraqê dest pê dike kirin, Erdoganî ev plan wek gef li berjewendiyên Tirkiyeyê dîtin. Lê Erdoganî ti carî negot ku dixwaze Efrînê dagir bike."

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    TSK: Li Efrînê 2 leşkerên me jiyana xwe ji dest dan
    'Desteserkirina kesên li dijî operasyona Efrînê derdikevin, binepkirina mafê mirovan e'
    ‘Çima hûn newêrin bêjin xelkê Efrînê ji ber êrişa Tirkiyeyê koçber bûye'
    Berdevkê KREyê: Em qebûlnakin ti kesekî biyanî li Efrînê were bicihkirin
    Berdevkê YPGê: Li Efrînê 16 milîs hatin kuştin û du wesayîtên leşkerî jî hatin rûxandin
    Etîketan:
    Sergey Lavrov, Recep Tayyip Erdogan, Efrîn, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de