17:14 25 Nîsan 2018
    Serokê Sûriyeyê Beşa Esad

    Lavrov: Artêşa Rûsyayê ji bo provokasyona êrişa kîmyewî hişyarî kiribû

    © REUTERS / Omar Sanadiki
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di axaftina xwe ya ji bo îdîaya êrişa kîmyewî ya Xûtaya Rojhilat ragihand ku artêşa Rûsyayê berê ji bo provokasyonan hişyarî kiribû.

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di axaftina xwe ya ji bo îdîaya êrişa kîmyewî ya Xûtaya Rojhilat ragihand ku artêşa Rûsyayê berê ji bo provokasyonan ku rêvebiriya Şamê tometbar bikin çend caran hişyarî kiribû.

    Sergey Lavrov piştî hevdîtina Wezîrê Derve yê Tacikistanê Sirodcidin Aslov re di civîna hevpar a çapemenî de ji bo îdîaya avêtina bombeya xaza klorê ya Dumaya Xûtaya Rojhilat got: "Leşkerên me yên li Sûriyeyê ji bo provokasyonekê bi awayekî cidî çend caran hişyarî kiribûn. Armanca vê provokasyonê rêvebiriya Şamê bi tohmeta ku li hemberî sivîlan çekên kîmyewî bi kar aniye sûcdar bikin."

    Lavrov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Piştî hişyariya me agahî ji Dumaya Xûtaya Rojhilat hat. Ez bawerim gelek kesan dîmên ku bi dewlikan avê li jin û zarokan dikin temaşe kiriye. Ev jî ji aliyê kesên ku dibêjin madeya kîmyewî hatiye bikaranîn ve tê kirin û bêyî ku xwe biparêzin."

    ‘HETANÎ DELÎL NEYÊN PÊŞKÊŞKIRIN NABÊ KES WERE SÛCDARKIRIN'

    Wezîrê rûsî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ev hemû dîmênên sala borî tînin heşê me. Di wan dîmênan de jî derket holê ku Xûdeyên Spî sextekarî kiriye. Li gor îdîaya wan xaza sarînê hatiye bikaranîn lê bê parastin dixebitîn."

    Lavrov got: "Rûsya dixwaze îdîaya êrişa kîmyewî ya Sûriyeyê bi adîlane were vekolandin. Hetanî delîl neyên nişandan nabe kes were sûcdarkirin. Eger lêpirsîneke adil û lezgîn were kirin êm ê piştgiriyê bidin. Lê eger bêjin ev êriş bi alîkariya Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr û ji aliyê Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ve hatiye bikaranîn, wê demê tiştekî cidî jê dernakeve."

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Divê Tirkiye kontrola Efrînê bide Hikûmeta Sûriyeyê
    Lavrov: Di meseleya xaza 'Noviçok’ de Brîtanya lê dixebite ku xwe mafdar bide nîşan
    Lavrov: DYA û Mutefîqên wê hê jî dixwazin Esad biçe
    Lavrov: Amerîka û Brîtanya ji rêbazên exlaqê dûr ketine
    Lavrov: Amerîka hewl dide herêmên qeraxa çemê Firatê cihê bike
    Etîketan:
    Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov, Moskowa, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de