18:34 19 Nîsan 2018
    Balafir

    Rûsya: Îsraîlê êrişî balafirxaneya leşkerî ya Sûriyeyê kir

    © AP Photo / Ariel Schalit
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10

    Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de rgaihand ku balafirên Îsraîlê êrişî balafirxaneya leşkerî ya Tayfunê kir.

    Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de got: "Balafirên artêşa hewayî yên Îsraîlê bi rêya qada hewayî ya Libnanê êrişî balafirxaneya leşkerî ya Tayfuna Sûriyeyê ku wek T-4 jî tê zanîn kirin."

    Li gor daxuyaniya wezaretê, pergala parastina hewayî ya Sûriyeyê ji 8 moşekên îsraîlî ku ji balafiran hatin pekandin 5 jê îmha kirine û tenê 3 moşek îsabedî balafirxaneyê kirine.

    Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku di 9ê Nîsanê de du balafirên F-15 ên Îsraîlê bêyî ku têkevin nav axa Sûriyeyê seet di navbera 03.25 û 03.53an de ji qada hewayî ya Libnanê balafirxaneya Tayfunê (T-4) bi 8 moşekên ajotî bombebaran kir. 5 moşekên ajotî ji aliyê pergala parastina hewayî ya Sûriyeyê ve hatin îmhakirin.

    Wezaretê di dirêjiya daxuyaniya xwe de got: "3 moşekên mayîn jî îsabedî beşa rojavayê balafirxaneyê kirin û di êrişê de ti şêwirmendên leşkerî yên Rûsyayê nehatine kuştin û birîmdar nebûne."

    Bi heman mijarî:

    Yekîtiya Ewropayê Îsraîlê hişyar kir
    Di navbera leşkerên Îsraîlê û filistîniyan de şer: Kesek mir 40 kes jî brîndar bûn
    ‘Şerê li dijî Îsraîlê ne caiz e'
    Corbyn bertek da Îsraîlê: Tiştên diqewimin dehşet e
    Balafireke Îsraîlê ket
    Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû rakirin nexweşxaneyê
    Etîketan:
    Wezareta Parastin a Rûsyayê, Sûriye, Îsraîl, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de