09:58 20 Nîsan 2018
    Rusya - ambulans

    Li Rûsyayê trênek li mînîbusekê qelibî: Mirî û birîndar hene

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Komara Kirimê ya bi ser Rûsyayê ve trêneke bi elektrîk û minîbusek li hev qelibîn û li gorî zanyariyên pêşîn di encamê de 5 kesan jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

    Berdevka Rêveberiya Kirimê ya Wezareta Karên Navxweyî ya Rûsyayê Olga Kondrasova derbarê bûyerê de got, "Trêna ku li ser riya Cankoy-Armyanskê diçû bi mînîbusekê re li hev qelibî. Mînîbus li ser riya Sivastopol-Armyanskê diçû. Di qezayê mirî û birîndar hene. Hemû jî rêwiyên mînîbusê ne."

    Maseya lezgîniyê ya ku li cihê qezayê hat danîn, daxuyand ku di mînîbusê 13 rêwî hebûn.

    Herwisa hat diyarkirin ku di encama qezayê de trên ji riya xwe derneketiye û tîmên rizgarkirin, tenduristî û rayedarên polis ên trafîkê dixebitin.

    Bi heman mijarî:

    Li Amerîkayê careke din qezaya helîkopterê qewimî: 2 leşker mirin
    Otela 100 salî ji ber qezaya otomobîlê herifi: 10 mirî û 2 birîndar
    Li Çorumê qezaya trafîkê: Bi dehan mirî û birîndar
    Li navçeya Çelê qezaya trafîkê: 11 birîndar
    Li Dihokê qezaya trafîkê: 2 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn
    Etîketan:
    Berdevka Rêveberiya Kirimê ya Wezareta Karên Navxweyî ya Rûsyayê, Olga Kondrasova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de