21:24 24 Nîsan 2018
    Ayina Paskalyayê di Kinîseya Îsa Mesîh de

    Putin ji bo Paskalyayê peyamek weşand

    © Sputnik / Iliya Pitalev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin ji ber Cejna Paskalyayê ya Ortodoksên Xristiyanan peyameke pîrozbahiyê ji bo xelkê Rûsyayê weşand.

    Li gorî daxuyaniya Kremlînê di peyama Cejna Paskalya ya Putin de ev tişt hatin gotin: "Paskalyaya ku sembola jiyan, rindî û hezkirinê ye, xwediyê maneviyateke mezin e. Ji ber ku Paskalya dibe sedema nêta bawerî, hêvî û rindiyê. Mirovan li derdora nirx û îdealên rûhanî yên bêdawî digihîne hev. Di van rojên destpêkê yên biharê de em qîmet û giringiya van kevneşopiyan baştir fêm dikin."

    Serokê Rûsyayê şeva duhî bi Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev û Şaredarê Moskowê Sergey Sobyanin re li Katedrala Rizgarîxwaz beşdarî ayîna Paskalyayê bibû. Ayîn ji aliyê serokê Dêra Ortodoksan Patrik Kirill ve hatibû birêvebirin.

    Paskalyaya ku roja vejîna Îsa nîşan dide, ji aliyê Katolîkan ve di 1ê Nîsanê de hat pîrozkirin.

    Bi heman mijarî:

    Sûryaniyên Şirnex û Mêrdînê cejna Paskalyayê pîroz kirin
    Pûtîn, li Moskovayê tevlî merasîma Paskalyayê bû
    Li Ûkraynayê ji ber Cejna Paskalyayê agirbest hat îlankirin
    Etîketan:
    Serokê Dewleta Rûsyayê, Vladimir Putin, Moskow, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de