02:21 20 Nîsan 2018
    Şervanên HSDê-Reqa

    Rûsyayê wêneyên ku êrîşên hevpeymanê yên li Reqqayê îspat dikin, weşandin

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê wêneyên ku xerabûna bajarê Reqqayê ya di encama êrîşên hêzên hevpeymana bi pêşengtiya Amerîkayê de nîşan dide, weşandin.

    Di daxuyaniya wezaretê ya derbarê wêneyan de ev tişt hatin gotin, "Wezareta Parastinê ya Rûsyayê wêneyên ku ji hewayê hatine girtin û xerabûna şûnwarên Reqqayê encama êrîşên hevpeymana bi pêşengtiya Amerîkayê weşandin. Piraniya xanî, nexweşxane, mizgeft, dibistan û saziyên piştgiriyê xera bûne."

    ‘HER HEFTEYÊ JI BER MAYINAN 30 KES JIYANA XWE WENDA DIKIN'

    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rewşa mirovahî ya li Reqqayê gelekî tevlihev e û saziyên alîkariya mirovahî ji bo gihîştina bajêr gelek zehmetiyan dikişînin. Herwisa hat destnîşankirin ku ji ber teqîne û muhîmatên ku nehatine îmahkirin, ji kesên vedigerin bajêr gelek kes dimirin an birîndar dibin. Wezaretê derbirî ku ji cotmeha 2017an heta adara 2018an di encama teqîna mayin û muhîmatan da 130 kesan jiyana xwe ji dest daye û 658 kes jî birîndar bûne û hat gotin ku her hefteyê 25-30 kes dimirin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Rewşa li Reqayê krîtîk e gel dest bi serhildanê kir
    Medya Îranê: Gelê Reqayê li hemberî HSDê serî hilda
    Rûsya: Federasyona Sûriyeya Bakur fişarê li ser sivîlan dikin ku ji Reqayê dernekevin
    Hevserokê Meclisa Reqayê li Girê Spî bi suîqesdekê hat kuştin
    Amerîka: Bêyî hêzên HSDê em nikarîbûn biçûna Reqayê
    Etîketan:
    wêne, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de