02:35 28 Gulan 2018
Şam

Moskowa: Ceyş-ul Îslam li Şamê du êrişên topî pêk anîn

© Sputnik / Mikhail Voskresenskiy
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku milîtanên Ceyş-ul Îslamê di nav a24 seetên dawî de 2 êrişên topî pêk anîn.

Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku milîtanên Ceyş-ul Îslamê di nav a24 seetên dawî de 2 êrişên topî pêk anîn û çekên lûledirêj êrişî çeperên artêşa Sûriyeyê kirin.

Wezretê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Milîtanên cihadist ên Ceyş-ul Îslamê di nava 24 seetên dawî de li Şama paytextê Sûriye û derdora wê 2 êrişên topî pêk anîn û bi çekên sivik jî li hemberî çeperên artêşa Sûriyeyê êriş li dar xistin."

‘55 HEZAR SÛRIYEYÎ VEGERIYAN CIH Û WARÊ XWE'

Li gor daxuyaniya wezaretê, ji bo vekişandina ji bajarê Duma ya Xûtaya Rojhilat bi milîtanên Ceyş-ul Îslamê re hevdîtin têne kirin.

Di dirêjiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku vegera xelkên sivîl bo herêma Xûtaya Rojhilat ku milîtan jê vekişiyan dewam dike û heta niha 55 hezzar û 262 kes vegeriyan ser mal û milkê xwe.

 

Bi heman mijarî:

Rûsya: Li Şamê di êrişa wesayîta bombeyî de kesek hat kuştin
Heyeteke leşkerî ya rûsî li Şamê ye
Di êrîşa milîtanên Xûtaya Rojhilat a li ser Şamê de 35 kes mirin
Şamê xwest hêzên Tirkiyeyê derhal ji nav erda Sûriyeyê derkevin
Ji ASAyê îdîa: Me li Şamê balafireke Sûriyeyê xist
Etîketan:
Ceyş-ul Îslam, Wezareta Derve ya Rûsyayê, Şam, Sûriye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de