07:33 24 Nîsan 2018
    Yuliya Skripal

    Balyozxaneya rûsî: Biryara Britanya ya nedayîna vîzeyê bo biraziya Skrîpal siyasî ye

    © AP Photo / Yulia Skripal/Facebook
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Balyozxaneya Rûsyayê li Brîtanyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku biryara Wezzareta Derve ya Brîntanyayê ya nedayîna vîzeyê bo biraziya Sergey Skrîpa ku hat jehrîkirin Viktoriya Skrîpal siyasî ye.

    Wezareta Derve ya Brîtanyayê vîze neda biraziya sîxurê rûsî Sergey Skrîpal ku li Brîtanyayê hat jehrîkirin Viktoriya Skrîpal. Sedema nedayîna vîzeyê jî ‘dibe Rûsya Viktoriya wek piyonekî bi kar bîne' hat îdîakirin.

    Balyozxaneya Rûsyayê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Ev biryar cihê xemgînî û metirsiyê ye. Li gor nûçeya BBCyê ku dispêre çavkaniyekî hikûmetê, di sedema qebûlnekirina vîzeyê de tê gotin ku ‘dibe Rûsya Viktoriya wek piyon bi kar bîne'. Ev biryar bi temamî dide nîşandan ku li ser texmînên siyasî hatiye dayîn."

    ​Di dirêjiya daxuyaniyê de tê gotin: "Ev biryar li dijî daxwaza qaîdeyên koçberiyê ye. Li şûna ku Balyozxaneya Brîtanyayê nedayîna vîzeyê li gor formalite û qaîdeyên heyî divê Skrîpal agahdar bike û ev tiştekî ji rêzê ye.

    Ji aliyê din ve Balyozxaneya Brîtanyayê li Rûsyayê li ser hisabê xwe yê medya civakî yê Twitterê peyamek belav kir û ragihand ku eger navê we ne Viktoriya Skripal be hemû hemwelatiyên rûsî dê bi kêfxweşî li Brîtanyayê werin pêşwazîkirin.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Di meseleya xaza 'Noviçok’ de Brîtanya lê dixebite ku xwe mafdar bide nîşan
    Biraziya Skrîpal: Brîtanya di derbarê xwarina dawî ya ku Skrîpal xwariye agahî nade
    Lavrov: Amerîka û Brîtanya ji rêbazên exlaqê dûr ketine
    Wezareta Rûsyayê di derbarê bûyera Skrîpal de 14 pirs ji Brîtanya kir
    Brîtanya di çarçoveya ‘têkoşîna li hember sûcên organîze’ lêgerîna balefira Rûsyayê kiriye
    Rûsyayê heyvekê muhletê da Brîtanya
    Etîketan:
    Balyozxaneya Rûsyayê ya li Brîtanyayê, Wezareta Derve ya Brîtanyayê, Viktoriya Skrîpa, Brîtanya, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de