08:40 23 Nîsan 2018
    Teqîn

    Rûsya: Li Şamê di êrişa wesayîta bombeyî de kesek hat kuştin

    © AP Photo / SANA
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê navenda şopandina agirbestê ya Rûsyayê li Sûriyeyê Yuriy Yevtuşenko ragihand ku li Şamê di êrişa wesayîta bombeyî de kesek hat kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.

    Çavkaniyekî ji herêmê di daxuyaniya xwe ya ajansa Spûtnîkê de gotibû: "Li nêzî Camiya El Hansaya Şama paytextê Sûriyeyê wesayîta ku hatibû parkirin înfîlaq kir û di encama teqînê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn."

    Serokê navenda şopandina agirbestê ya Rûsyayê li Sûriyeyê Yuriy Yevtuşenko jî agahiya teqîna wesayîta bombebarkirî serast kir.

    Yuriy Yevtuşenko di axaftina xwe ya civîna çapemenî ya rojane de got: "Wesayîta ku li Şamê li nêzî Camiya El Hansa hatibû parkirin înfîlaq kir û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn."

    Milîtanên cihadist di 20ê Adarê de jî bi moşekan êrişî bazarê kiribû û di encama êrişê de 37 kesan jiyana xwe ji dest dabû.

    Bi heman mijarî:

    Heyeteke leşkerî ya rûsî li Şamê ye
    Rûsya: Milîtanên Ahrar ûş Şamê ji Xutayê derdikevin
    Di êrîşa milîtanên Xûtaya Rojhilat a li ser Şamê de 35 kes mirin
    Şamê xwest hêzên Tirkiyeyê derhal ji nav erda Sûriyeyê derkevin
    Ji ASAyê îdîa: Me li Şamê balafireke Sûriyeyê xist
    Rûsya: Milîtanên li Xûtaya Rojhilat 30 topên hawanê avêtin Şamê
    Etîketan:
    Serokê navenda şopandina agirbestê ya Rûsyayê li Sûriyeyê, Yuriy Yevtuşenko, Şam, Rûsya, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de