17:37 25 Gulan 2018
Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mihaîl Bogdanov

Rûsya: Divê bê cudahî hemî pêkhate beşdarî hevdîtinên pêşeroja Sûriyeyê bibin

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mihaîl Bogdanov diyar kir ku divê bê cudahî hemû pêkhateyên netewî û olî yên Sûriyeyê beşdariyê li hevdîtinên li ser dahatuya wî welatî bikin.

Bogdanov bi şandeya ‘Tevgera Avadankirina Dewletê' û bi seroktiya Luay Huseyin û ya nûnerên Kurd ên ji 4 partiyên ‘Yekîtî' de ku di bin banê ENKSê de ne re civiya.

Di daxuyaniya piştî hevdîtinê ya Wezareta Derve ya Rûsyayê de hat ragihandin ku di hevdîtinê de çareseriya krîza Sûriyeyê li ser bingeha biryara Konseya Ewlekariya NY ya bi jimara 2254 hatiye nirxandin.

Herwiha hat diyarkirin ku di hevdîtinê de di çarçoveya çarseriya siyasî li ser biryarên Kongreya Niştamanî ya Sûriyeyê ya Soçiyê (30 Çile 2018) û encamên civînên welatên garantor Rûsya, Îran û Tirkiye yên 4ê Nîsanê li Enqereyê û Astanayê danûstandina rêyên çareseriyê hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di hevdîtinê de hat peyitandin ku divê hemû pêkhateyên netewî û mezhebî bê cudahî beşdarî civînên diyarkirina dahatuya Sûriyeyê bibin."

Bi heman mijarî:

‘Li ser kêlikên gorên PKKyiyan ên rûxandî JOH nivîsandin’
Rûsya: Wê bersiva me ji bo dorpêçên nû yên Amerîkayê gelekî tund be
YPG: Li nav Efrînê 4 çekdar hatin kuştin, 2 jî birîndar in
Îranê logoya tîma fitbolê ya Romayê sansur kir, Îtalya lê seyr ma
Amerîkayê çima biryara xwe ya vekişîna ji Sûriyeyê guhert?
Li sînorê Xezeyê 5 filîstînî hatin kuştin, 250 jî birîndar bûn
Etîketan:
Sûriye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de