06:29 27 Gulan 2018
Mariya Zaxarova

Zaxarova: Brîtanyayê ajalên li mala Skripal îmha kirine

© Sputnik / Sergey Pyatakov
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova li ser nûçeyên ku digotin ajalên li mala sixurê berê yê rûsî Sergey Skripal û keça wî, ku hatibûn jehrîkirin, mirine daxuyannî da. Zaxarova ji bo îmhakirina termen wan ajalan nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku pêkan bû ew ter mdi lêkolînê de bihatana bikaranîn.

Biraziya Skripal Viktoriya Skripaldi daxuyaniyeke xwe de gotibû li mala apê wê du pisik û du berazên sax hebûn û ji ber vê yeke nabe ku polîsên îngilîz bi xaz di derî re kiribe û ew jehrî kiribin.

Di nûçeyeke rojnameya îngiliz ya bi navê Mirrorê de jî hatibû îdiakirin ku ew herdu beraz li wê mala hatibû morkirin, ji tîna mirine û pisîk jî li laboratuvara Porton Downê ji ber êşa zêde kirine xewê.

''ŞAHIDÊN BÛYERÊ JI HOLÊ RAKIRIN'

Zaxarova derbarê mijarê de li ser Facebookê daxuyaniyek belav kir û tê de got, "Rêveberiyên çapemenî yên saziyên dewleta îngilizan dixebitin gelo? Ji bo çi her tişt wekî şîroveyên "çavkaniyên navên wan nehat diyarkirin" tên dayîn?" Tê diyarkirin ku 2 beraz û pisîkên li malê êdî najîn. Ev jî pêşiyê dibe sedema vê henekê, ‘şahidên bûyerê ji holê rakirin.' Di rastiyê de ‘şahidên girîng' in, ji ber ku behsa bikaranîna madeyeke kimyewî û jehrî tê kirin. Li gorî îdiayan jî dibe li mala Skripal hatibe bikaranîn."

Zaxarova li ser îdiaya rojnameyê got, "Çi yanî, haya wan ji ajalên li mala kesekî ku hatiye jehrîkirin, çênebûye? Ev tiştekî normal e ma? Li Brîtanyayê li ajalan wisa miamele tê kirin?"

Mariya Zaxarova herwisa bal kişand ser ku haya BBCyê ji wan ajalan hebû lê ew agahî bi zanebûn veşartin.

Bi heman mijarî:

Nexweşxaneya Salisbury: Rewşa Skripal êdî ne krîtîk e
Yulia Skripal: Heftekê berê ez hatim ser hişê xwe, serê min tevlihev e
Balyozê rûsî: Bûyera Skripal provokasyona Brîtanyayê ye
Wezareta Rûsyayê di derbarê buyera Skripal de 13 pirsan ji OPCWê pirsîn
Zaxarova sedama veşartina agahiyên derbarê Skripal de eşkere kir
Etîketan:
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Mariya Zaxarova, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de