03:13 23 Nîsan 2018
    A car arrives at the headquarters of the Organization for the Prohibition of Chemical Weapons, OPCW, in The Hague, Netherlands.

    Nûnerê Putin: OPCW dizane li Saratovê çekên kimyewî nayên hilberîn

    © AP Photo / Peter Dejong
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nûnerê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin yê li Herêma Federal a Privojskê Mihail Babiç got, Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî (OPCW) û pisporên navdewletî dizanin ku li herêma Saratov ya Rûsyayê çeken kimyewî nayên hilberîn lê li hemberî îdiayan bêdeng dimînin.

    Nûnerê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin yê li Herêma Federal a Privojskê Mihail Babiç bersiv da îdiaya rojnameya Timesê ya dispêriya îstixbarata îngiliz ku tê de digot, "Madeya jehrî A-234 ya ku ji bo jehrîkirina sixurê berê yê rûsî Sergey Skripal û keça wî Yuliyayê hat bikaranîn, li herêma Saratov ya Rûsyayê hatiye hilberîn."

    Mihail Babiç li ser vê îdiayê got, "Saziya ku di rapora îstixbarata îngilizan de tê behskirin, Enstîtuya Dewletê ya Lêkolîna Kimyaya Organîk û Teknolojiyê ye. Li wir ti caran çeken kimyewî nehatin parastin û hilberîn."

    ‘UZUMCU BI AWAYEKÎ ŞERM NEANÎ ZIMAN'

    Babiç anî ziman ku ev rewş ji aliye pisporên OPCWê ve jî baş tê zanîn û ev tişt gotin, "Dîrektorê OPCWê Ahmet Uzumcu jî di nav de, rayedarên OPCWê gelek caran hatin Rûsyayê û li van saziyan geriyan û bi awayekî şer mdi 4ê Nîsanê de di civîna li Laheyê de neanîn ziman ku ew jî dizanin li van saziyan çeken kimyewî tune ne."

    Nûnerê Putin diyar kir ku ev jî delîleke din e û mezinahiya provokasyon û fişara Brîtanya û hevkarên wê ya li ser Rûsyayê dide nişan.

    Bi heman mijarî:

    YPGê bersiv da îdiayên bikaranîna çekên kimyewî
    Rûsya: Em helwesta Amerîkayê ya li hemberî lêpirsîna çekên kimyewî qebûl nakin
    Şam: îdiayên bikaranîna çekên kimyewî ne rast in
    Pûtîn bangî hemû welatan kir: Çekên kimyewî îmha bikin
    ‘Amerîka qebûl kir ku El Nusra çekên kimyewî bikar aniye'
    Li Dêra Zorê çekên kimyewî hatin dîtin
    Etîketan:
    Nûnerê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin yê li Herêma Federal a Privojskê, Mihail Babiç, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de