21:24 24 Nîsan 2018
    Sergey Lavrov

    Lavrov: Di meseleya xaza 'Noviçok’ de Brîtanya lê dixebite ku xwe mafdar bide nîşan

    © REUTERS / Denis Balibouse
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Brîtanya Îdia dike ku xaza 'Noviçok' (A-234) ya di jehrîkirina Skrîpal de hatibû bikaranîn, li bajarê Saratov ya Rûsyayê hatiye çêkirin. Lovraov di derbarê vê îdiayê de got ku “Brîtanya lê dixebite ku xwe mafdar bide nîşan.”

    Wezîrê Karê Dervew yê Rûsyayê li payîtextê Belarûs Minskê beşdarê civîna Welatên Serbixwe bû. Dİ axaftina xwe ya bi Rojnamevanan re de anî ziman ku "îdiayên Brîtanyayê yê ku dibêjin ‘xaza Noviçok ya di jehrîkirina Skrîpal de hatibû bikaranîn, li bajarê Saratov ya Rûsyayê hatiye çêkirin' tu bingeheke wê tune. Brîtanya bi van îdiayan li dixebite ku xwe li hember Rûsyayê mafdar bide nîşan.

    "Lavrov destnîşan kir ku: "Eger Brîtanya nû bi tesîsa li Saratovê hesiyabe, ev jî delîl e ku di vê meselê de Londra bi tu awayê nayê parastin."

    Bi heman mijarî:

    Nebenzya: Skrîpal ji bo Rûsyayê ne tehdîd bû
    Biraziya Skrîpal: Brîtanya di derbarê xwarina dawî ya ku Skrîpal xwariye agahî nade
    Rûsyayê ji bo krîza Skrîpal ji KENYê daxwaza civînê kir
    Serokê labaratwara leşkerî ya brîtanî: Me jêdera gaza Skrîpal jehrî kiribû piştrast nekir
    Etîketan:
    brîtanya, Skrîpal, rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de