17:27 20 Nîsan 2018
    Piştgirên Hizb El-Tehrîr

    FSB: Rêxistina terorî ya herî xeter Hîzbut Tehrîr el Îslamî ye

    © AFP 2018 / ABBAS MOMANI
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Serokê Saziya Ewlekariya Federalî ya Rûsyayê (FSB) Sergey Smirnov ragihand ku dê Rêxistina Hevkariya Şangayê rêbernameya têkoşîna dijî rêxistina Hizbut Tehrîr el Îslamî amade bike.

    Orgeneral Smirnov piştî rûniştina 32yemîn a Rêxistina Hevkariya Şangayê ji rojnamevanan re ragihand ku rêxistina herî xeterî ya terorî Hizbut Tehrîr el Îslamî ye û wiha axivî:

    "Li gor me bi çalakî û propagandaya xwe rêxistina herî xeter Hizbut Tehrîr el Îslamî ye. Lewma jî em wê ji yên din cuda dikin. Lê ev nayê wateya ku em bi rêxistinên din ên terorîst re eleqedar nabin."

    Smirnov li ser têkoşîna dijî wê rêxistinê got, "Ev yek girêdayî rayedarên pê re eleqedar dibin e ku dê bi xebata servîsên îstixbaratê û welatên din rêbernameyek were amadekirin."

    Smirnov herwiha da zanîn ku bi rêbazên xebatên cuda yên saziyên taybet ên îstixabarêtê li ser çalakiyên kesên li welatên cuda bankeyên daneyan hatine pêkanîn.

    Bi heman mijarî:

    Pentagonê vekişîna Amerîkayê ya ji Sûriyeyê wek ‘paşgotin' nirxand
    Keça ku ji êrîşa balafirên tirk baz dida ji kendalê de ket û birîndar bû
    Cîbûrî serdana Kurdistanê dike: Kurdan bawerî bi yekîtiya Iraqê anî!
    Barzanî peyameke spasiyê weşand
    Gelo mimkun e li Minbicê şerê gerîla dest pê bike?
    Yekîtiya Ewropayê 3 milyar euro dide Tirkiyeyê
    Etîketan:
    Hizbut Tehrîr el Îslamî, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de