03:15 23 Nîsan 2018
    Sergey Skripal

    Nebenzya: Skrîpal ji bo Rûsyayê ne tehdîd bû

    © REUTERS / Henry Nicholls
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nûnerê Taybet ê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî Vasiliy Nebenzya li ser bûyera jehrîkirina ajanê berê Sergey Skrîpal diyar kir ku ti gefeke Skrîpal a ji bo Rûsyayê nebû, loma jî ti berjewendiya Rûsyayê di jehrîkirina wî de nîne.

    Nebenzya li rûniştina vekirî ya Konseya Ewlekariyê ya NYyê li îdiayên Brîtanyayê yên wekî; ‘Rûsyayê ti caran îxaneta Skrîpal ji bîr nekir û biryar da wî ji holê rake' got, "Lê belê eşkereye ku ti gefeke wî li ser Rûsyayê nebû."

    Dîplomatê rûsî da zanin ku ti sedemeke ku Rûsya Skripalê ji sala 2008an ve li Brîtanyayê dijî bikuje nîne û got, "Gelo çima em 8 salan bisekinin û piştre li demeke hilbijartinên seroktiya Rûsyayê birêve diçin û beriya çend hefteyan ji Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê re, biryareke wiha bidin? Gelo çima em rêbazeke wiha xeternak û xerîb a êrîşkar bikar bînin? Gelek texmîn li ser bûyerê hatin kirin û hemû jî pêdiviya wan bi lêkolînê heye."

    Nebenzya herwiha da xuyakirin ku Brîtanyayê bi tawanbariyên bêbingeh bêyî li ser mijarê hurz bibe tevgeriya û got ku hîn jî ti lêpirsînek derbarê bûyerê de encam nedaye ku Rûsyayê ji roja ewil ve li gor benda 9an a peymana Qedexekirina Çekên Kîmyewî tevgeriyaye.

    Bi heman mijarî:

    Wê Trump, li sînorê Meksîkayê hêzeke di navbera 2 û 4 hezar leşkeran de bicih bike
    El Ezher: Rêzfîlmên tirk gefeke rasteqîn in
    Pentagonê vekişîna Amerîkayê ya ji Sûriyeyê wek ‘paşgotin' nirxand
    Keça ku ji êrîşa balafirên tirk baz dida ji kendalê de ket û birîndar bû
    Cîbûrî serdana Kurdistanê dike: Kurdan bawerî bi yekîtiya Iraqê anî!
    Barzanî peyameke spasiyê weşand
    Ermenistan: Em peywediyên Rûsya û Tirkiyeyê dişopînin
    Etîketan:
    Sergey Skripal, Brîtanya, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de