06:25 27 Gulan 2018
Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov

Lavrov: DYA û Mutefîqên wê hê jî dixwazin Esad biçe

© REUTERS / Sergey Karpukhin
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku, "Washington û mûtefîqên wê yên rojavayî ji bo çarserkirina mijara Sûriyeyê ji şertê çûna Esad hê jî venegriyan e."

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi hempişeyê xwe yê çînî Wang Yi re li Moskowê hevdîtinek kirin. Piştî hevdîtinê Lavrov di civîna çapemeniyê de axivî: "Di pozîsyona DYA û mûtefîkên wê de hin şert hene, em ji vê jî haydar in, armanc û fikra wan çûna Esad e."

Lavrov destnîşan kir ku ev rewş ji bo biryarên ku di Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî de hatibûn stendin bikevin meriyetê dibe asteng. Lavrov wiha dewam kir: "Rûsya û DYA, li gor biryarên NY dikarîbûn pêvajoyek siyasî ya bê şert û merc gellek tişt pêk bianiyana. Lê em hê jî ji vê paş de gav neavêtiye."

Lavrov da zanîn ku DYAyê alîkariya mirovî bi tenê ji kesên dijî Esad re dişîne ku li Sûriyeyê li pêy avakirina nîv dewletekê ye.

Bi heman mijarî:

Lavrov: Amerîka û Brîtanya ji rêbazên exlaqê dûr ketine
Lavrov: Amerîka hewl dide herêmên qeraxa çemê Firatê cihê bike
Lavrov: Pûtîn, Erdogan û Rûhanî dê sepandina peymanên Astanayê gotûbêj bikin
Etîketan:
Dewlet, çareserkirin, Sûriye, alîkariya mirovî, Sergey Lavrov, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de