18:47 20 Gulan 2018
    Restorana Zizzi

    Biraziya Skrîpal: Brîtanya di derbarê xwarina dawî ya ku Skrîpal xwariye agahî nade

    © REUTERS / Hannah McKay
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nîqaşên li ser sîxurê berê yê Rûsyayê Sergey Skripal ku li Brîtanyayê hatibû şehrîkirin berdewam in. Biraziya Skripal, Viktoriya Skripal got ku Brîtanya agahiyên di derbarê xwarina ku Skrîpal û keça xwe xwarine parve nake.

    Braziya Skrîpal Viktoriya Skripal di derbarê jehrîkirina Sergey Skripal û keça wî de ji kanala Perviy re axivî. Viktoriya Skripal anî ziman ku Skripal û keça xwe wê rojê li restorandê xwarina mesîya Fugu xwarine. Ev mesî eger baş neyê paqijkirin mirov dikuje. Brîtanya vedişêre ku wê rojê li restorandê ew xwarin hatiye xwarin.

    Viktoriya Skripal di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku: Polîsên Brîtanyayê dibêjin ku ‘jehrî şopa jehriya 'Noviçok' (A-234) li ser deriyê Skrîpal jî hatiye dîtinê' ev agahî bi min ne rast e. Lewra Skrîpal li mala xwe pisîk û beraz xwedî dikin eger wisa ba gere ev heywanana jî bimirina.

    Bi heman mijarî:

    Wezareta Rûsyayê di derbarê buyera Skripal de 13 pirsan ji OPCWê pirsîn
    Balyozê rûsî: Bûyera Skripal provokasyona Brîtanyayê ye
    Zaxarova sedama veşartina agahiyên derbarê Skripal de eşkere kir
    Gurcistan bi hinceta bûyera Skripal dîplomatekî rûsî wê dersînor bike
    Rûsya: Rêvebiriya Londonê hin agahiyên derbarê Skripal de ji çapemeniyê vedişêre
    Etîketan:
    Brîtanya, Jehrikirina Skripal, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de