10:40 23 Nîsan 2018
    Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov

    Peskov: Pûtîn û Erdogan behsa sewqiyata berhemên çandiniyê kir

    Photo host agency
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskovî got ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di civîna xwe ya li Enqereyê de behsa şandina berhemên çandiniyê yên Tirkiyeyê kiriye.

    Rojnamevanan ji Peskovî pirsî bê gelo Pûtîn û Erdogan şandina firingiyan ji Tirkiyeyê hatiye gotûbêjkirin an na, berdevkê Kremlinê got, "serokan şandina berhemên çandiniyê yên Tirkiyeyê gotûbêj kir."

    Peskovî got, "serokan têkiliyên qadê çandiniyê di nav de, aliyên cuda yên têkiliyên aborî-bazirganî yên ku bi lezgînî bi pêş de diçin bi awayekî berfireh gotûbêj kir."

    Piştî civîna Erdogan û Pûtînî, Ajansa Çavdêriya Berhemên Çandiniyê ya Rûsyayê(Rosselhoznadzor)piştî civîna Erdogan û Pûtînî destûr dabû şirketeke din a Tirkiyeyê ku firingiyan bifiroşe Rûsyayê û bi wî awayî hejmara şirketên dikarin firingiyan bifiroşin bû 15.

    Bi heman mijarî:

    Peskov: Brîtanya welatekî ku pêşbîniya wê nayê kirin
    Etîketan:
    Ajansa Çavdêriya Berhemên Çandiniyê ya Rûsyayê, Rosselhoznadzor, recep tayyip erdogan, vladîmîr pûtîn, Rûsya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de